Hamas: Plana Peymana Sedsalê li hember gelê Filistînê Nekbeyeke nû ye

Hamas: Plana Peymana Sedsalê li hember gelê Filistînê Nekbeyeke nû ye

Hareketa Îslamî ya Filistînê destnîşan kir ji bo ew micadeleya ku dê li dijî plana Peymana Sedsalê bê kirin bi ser bikeve divê dawî li wê hevkarîya ewlehîyê ya di navbera Birêveberîya Filistîn û rejîma siyonîstan de bê anîn.

Fewzî Berhumê Berdevkê Hamasê derbarê mijarê de daxuyanîyek da.

Berhum di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ji bo ew micadeleya ku dê li dijî plana Peymana Sedsalê bê kirin bi ser bikeve divê dawî li wê hevkarîya ewlehîyê ya di navbera Birêveberîya Filistîn û rejîma siyonîstan de bê anîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji bo micadele bi ser bikeve dîsa pêwîst e ku hêzên ewlehîyê û xort di warê parastina însanan, wargehan, axên Filistîn û warên pîroz de serbest bên berdan û cezayên li hember Xazzê bên rakirin.”

“Plana Peymana Sedsalê li dijî gelê Filistînê Nekbeyeke nû ye”

Berhûm di berdewma daxuyanîya xwe de balan kişand li ser xetereyên ku dê digel Peymana Sedsalê û wiha got: “Plana Peymana Sedsalê li dijî gelê Filistînê Nekbeyeke nû ye. Dîsa ev peyman helwesta dijminane ya hevpar a îşxalkerên siyonîst û Amerîka ye. Li dijî vê peymanê micadelekirin wezîfeya temamê Filitînîyan e.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler