HAMAS sûîqasta ku li Faxrîzade hat kirin şermezar kir

HAMAS sûîqasta ku li Faxrîzade hat kirin şermezar kir

Harekata Berxwedana Îslamî ya Filistînêbi daxuyanîya ku belav kir wê sûîqasta ku li Muhsîn Faxrîzadeyê Zanyarê Fîzîka Nukleer hat kirin şermezar kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; êrîş û sûîqasta ku hat kirin hema piştî gefên ku ji teref Amerîkaya îşxalker û rejîma siyonista a îşxalker ve li Îranê hatin kirin re hat kirin ku ev yek balkêş e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Rejîma îşxalker a siyonistan di warê  tetbîqkirina plan û projeyên xwe yên li ser erdnigarîya Îslamê de qerardar e û ji ber vê yekê ew naxwaze ku li Rojhilata navîn aramî û îstîqrar hebe û di şûna wan de her tim alozî û rageşî hebe. Ji bo vê yekê jî ew dixwaze dengê wan hêzên din ên li herêmê bê qutkirin.”

Kesên ku nasnameyên wan nediyar in êrîşa çekdarî birin li ser wesayîta ku Pisporê Fîzîka Nukleer Muhsîn Faxrîzade tê bû. Di encama êrîşa ku hat kirin de Muhsîn Faxrîzade giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê. Digel temamê midaxeleyan Faxrîzade canê xwe ji dest da.

Sala borî jî sûîqast li Faxrîzade hatibû kirin.

Di sala 2018an serokwezîrê qaşo yê siyonistan Netenyahu destnîşan kiribû Faxrîzade li ser serê bernameya çeka nukleer a Îranê ye û e hedef nîşan dabû.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.