Handke dema ku xelata Nobelê stand hat protestokirin

Handke dema ku xelata Nobelê stand hat protestokirin

Peter Handkeyê Avusturyayî yê ku qaşo nivîskar e û bû xwedîyê Xelata Edebîyatê ya Nobelê ya 2019an û destekê dida Slobodanê lîderê berê yê Sirp dema ku xelata xwe ya nobelê wergirt hat boykot û protestokirin.

Hat ragihandin Peter Handkeyê Avusturyayî yê ku qaşo nivîskar e û bû xwedîyê Xelata Edebîyatê ya Nobelê ya 2019an û destekê dida Slobodanê lîderê berê yê Sirp ê ku ji teref Mahkemeya Sûçên Şer a Laheyê ya Navneteweyî ve sûcdar hatibû dîtin, dema ku xelata xwe ya nobelê wergirt li Swêdê hat boykot û protestokirin.

Akademîya Nobelê dema ku xelata Handke dayê wî bi wesfê “Li Ewrûpayê ji wan nivîskarên herî bandor ên piştî Herba Cîhanê ya Duyemîn nivîskarek” wesfand ku ev yek jî wek sosreteke din hat nirxandin.

Handekeyê ku xelata nobelê girtin komkujî û jenosîda ku li Bosnayê hatibû kirin înkar kir.

Ji ber ku xelata nobelê ya edebîyatê îsal hat dayîn Handekeyê ku komkujî û jenosîda ku li Bosnayê hatibû kirin înkar kir re hat dayîn, Tirkîye, Bosna, Arnavutluk, Kosova, Efxanistan, Makedonyaya Bakur û Hirvatistan beşdarî merasîma dayîna xelatê nebûn û bertekên xwe nîşan dan.

Rojnamegerê Swêdî Christina Doctareya ku xelata nobelê wergirtibû jî ji rewşê re bertek nîşan da û destnîşan kir; ji ber ku xelata nobelê ya edebîyatê îsal hat dayîn Handekeyê ku komkujî û jenosîda ku li Bosnayê hatibû kirin înkar kir re hat dayîn, ew ê xelata xwe ya nobelê îade bike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji ber ku xelata nobelê ya edebîyatê îsal hat dayîn Handekeyê ku komkujî û jenosîda ku li Bosnayê hatibû kirin înkar kir re hat dayîn, bertek ji rewşê re nîşan dabû û destnîşan kiribû: “Nobel dawî li hebûna xwe anîye.Êdî Nobel bûye sazîyeke ku bi îdeolojîk û sîyasî tevdigere. Nobelê qatilekî wisa bi xelat kiriye ku ev yek jî tê wê wateyê ku ew jî digel zilmê hereket dikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler