Hareketa Berxwedana Îslamî: Bedela wê çi dibe bila bibe ew ê berxwedan berdewam bike
Alîkarê SekreterêGiştî yê Hareketa Berxwedana Îslamî Zîyad en-Nehhale destnîşan kir “Bedela wê çi dibe bila bibe ew ê berxwedan berdewam bike.”
Îslamî Zîyad en-Nehhaleyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hareketa Berxwedana Îslamî derbarê dorpêça ku ji teref siyonîstan ve li Xeta Xazzê tê kirin de destnîşanm kir; berxwedan di vbê mijarê de şert û mercên xwe diyar kiriye û ew ê êsîrên Filistînî bi her awayî muhafaze bike.
En-Nehhale di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir micadeleya berxwedanê carinan bi çekan û carinan jî bi muxakereyên nerasterast berdewam dike.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de En-Nehhale destnîşan kir Mufrezeyên Qudsê û Tugayên Îzzeddîn El-Qassam li dijî îşxala artêşa siyonîst û terorîst amade ye û heta ku Meşa Vegerê ya Mezin bigihije hedefa xwe ew ê berdewam bikin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.