Hat îddîakirin îstixbaratvanan êrîş birin li ser kuluba ewlehîyê

Hat îddîakirin îstixbaratvanan êrîş birin li ser kuluba ewlehîyê

Li Perwarîya navçeya Sêrtê êrîşa bombeyî li kulubeya ku qoricîyên ewlehîyê lê diman hat kirin.Hat îdîakirin ku piştî êrîşê wesaîta ji deverê dûr ket ya “hereketvanên îstîxbaratê yê taybet” e.

Di van rojên rakirina OHALê tê peyîvîn de bûyerek balkêş qewimî. Li Perwarîya navçeya Sêrtê êrîşa bombeyî li kulubeya ku qoricîyên ewlehîyê lê diman hat kirin.Hat îdîakirin ku piştî êrîşê wesaîta ji deverê dûr ket ya “hereketvanên îstîxbaratê yê taybet” e.

Di bûyerê de tiştek bi tu kesî nehat. Hat hînbûn ku îşlemên endamekî ewlehîyê yê nexweşxaneyê nehatîye kirin û piştî bûyerê ji temamê qoricîyên deverê çek û sîlehên wan hatîye stendin.

Li gor agahîyên hatin wergirtin, bûyera balkêş li Palamûtlûya gundê Perwarî, êvara înê saet di 02.00 de qewimî.

Endamekî ewlehîyê yê ku nexwest em navê wî eşkere bikin tiştên wê şevê qewimî jî ÎLKHAyê re got.

Şahidê bûyerê îfade kir ku ew wek her tim bi hevalên xwe yên endamên ewlehîyê re li devera nobetê bûn. Êvara înê saet di 02.00 de şev wan ronayak şikbar dîtîye û paşê dengê hengamê hatîye wan.   

Şahid diyar kir ku li ser şupheyê wan agahî da qereqolê û paşê tiştên di wê şevê de qewimî wiha behs kir: “Piştî demek çû qereqolê jimere got tu pirsgirêk tineye. Dîsa me tedbîr ji dest berneda û me hewl dan ku em cîyê nobetê biguherin. Di dema me cîyê nobetê diguheran de 2 bombeyên desta hat avêtin. Ji her dû bombeyan yek teqîya, ya din neteqîya. Hevalê me Z.K yê li paş mabû perçeyên bombeyê îsabetî wî kir û ji nigê xwe birîndar bû. Paşê me hêla bombe jê hat gulebaran kir.”

“Ji wesaîta şikdar ‘hereketvanên îstîxbaratê yê taybet’ derket!”

Şahid, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku piştî dengê bombeyê gundî derketin derve û wiha got, “Em li gundîyan gerîyan û me got destûrê nedin wesaîta dadikeve jêr. Gundîyan rê girt û destur nedan derbasbûna wesaîta ji jor dadiket. Ji ber vê yekê wesaît mecbûr ma û dîsa derket jor. Me jî pêşî li wesaîtê girt û me got hûn kînin. Nasnameyên xwe derxistin û gotin em endamên ‘hereketvanên îstîxbaratê yê taybet’ in. Me jî ji wan kaxiza wezîfê xwest. Lê belê kaxiza wan ya wezîfê tinebû. Me jî xwest em dest bidin ser wesaîta wan lê belê destur nedan me. Li ser vê yekê me jî ji qereqolê destek xwest.”

“Heger me cîyê xwe yê nobetê kêlîya dawî neguherandiba emê tev miribana”

Şahidê bûyerê îfade kir ku karbidestên leşkerî yên li qereqolê îfade kirin ku haya wan ji wan şexsan tineye û wan jî pirsîn ku “Bê xeber çi karê hereketvanên îstîxbaratê yê taybet li vir heye?”

Şahidê bûyerê îfade kir ku di dema bûyer diqewîmî de jî hêla Sêrtê ve wesaîtek din ya hereketvanên îstîxbaratê yê taybet hat û ji wê jî îstîxbaratvan derket.

Şahidê bûyerê wiha li axavtina xwe zêde kir, “Me destûr neda wan jî ku derbas bibin. Dema esker ji qereqolê hatin di wesaîtan de lêgerîn kir û ji wesaîtan gelek çek û sîleh derket. Paşê me hevalê xwe yê birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê lê belê qeyda wî nehat çêkirin û ew paşve şandin. Niha 10 endamên hereketvanên îstîxbaratê yê taybet hatine derxistinî mehkemê û hatine girtin.”

Şahidê bûyerê di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku “Heger me wê şevê cîyê xwe yê nobetê kêlîya dawî neguherandiba niha emê tevê miribana” û îfade kir endamên ewlehîyê yên hereketvanên îstîxbaratê yê taybet teslîm kirine ji teref mehkemê ve dest hatîye danîn ser çek û sîlehên wan.”

Şahidê bûyerê di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku di van rojên rakirina OHALê tê peyîvîn de qewimandina hedîseyek wisa balkêş e û wiha got, “Derbarê êrîşê de hata niha tu daxuyanîyên fermî nehatîye kirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.