Hat îddîakirin li Mêrdînê 3 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Hat îddîakirin li Mêrdînê 3 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Hat îddîakirin li Mêrdîna ku li gorî daneyên wezaretê 34 kesên bi vîrusê ketî hene 3 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê  Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku berî niha belav kiribû de destnîşan kiribû ku li Mêrdînê 34 kesên ku bi vîrusê ketine hene.

Hat ragihandin ji van kesên ku vîrus bi wan re hat tespîtkirin tevde 3 kesên ku di bin  çavdêrîyê de bûn canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 3 kesên bi navê C.Ç.(62), N.E.(66) û F.K(70) yê ku ji umrê hatibû û testên wan pozîtîf derketibûn û di nexweşxanê de tedawî dibûn canê xwe ji dest dan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler