Hawaya 5 salî ji bin avahîya hilweşîyayî hat rizgarkirin
Hat ragihandin Hawaya 5 salî ya ku di bin bin avahîya hilweşîyayî de mabû hat rizgarkirin.
Doh li Kartala Stenbolê avahîyeke 7 qetî hilweşîyabû û 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 12 kes jî birîndar bûbûn. Walîyê Stenbolê di daxuyanîya xwe ya ku dabû de destnîşan kir ew qîzeke biçûk a ku hêj sax e tespît kirine. Piştî vê daxuyanîyê hat diyarkirin Hawaya 5 salî di encama xebatên ku hat kirin de hat rizgarkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.