Hejmara 17. A Kovara Kelhaamed Derket!

Hejmara 17. A Kovara Kelhaamed Derket!

Hejmara 17. A Kovara Kelhaamed Derket!

Kovara Kelhaamed dîsa bi hejmareke dagirtî tê ber xwendekarên xwe.  Kovar bi naveroka xwe ya dewlemend dîsa mêvanê we ye.

Weşankarê Kelhaamed kovarê bi vî awayî pêşkêşê xwendekaran dike:

بسم الله الرحمن الرحيم

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على سيدنا محمد وعلى اله وصحبه اجمعين

Berhem bi yekneseqiyê ji balkêşiyê dikevin, bi çeşitdariyê xweş dibin û kêfa merev ji wan re tê. Sebebê ku rojname û kovar zêdetir têne şopandin jî ev e.

Kovara we Bangaheq ji Kelhaamed jî bi derbasbûna meh û demsalan roj bi roj xwe nû dike, yekneseq namîne. Her hejmareke ku dertê ji hejmarên beriya xwe cuda, ji qalpağa wê heta reng û şeklê wê bi şeklekî nû em wê teqdîmî xwendevanên xwe dikin.

Di vê demsalê de jî bi mijarnî balkêş me ji we re ev hejmar hazir kir. Di nav nivîsên mey bi elfaba ‘Erebî de jiyana Seydayê Mela Ehmed cih digre. Ev nivîs bi rastî dewama dosya ya hejmara çûyî ye. Jiyan û kesayeta Seyda di dewra wî de û di welat de balkêş û cuda ye. Cîhetên wî yê din li alîkî, ji cihet kesayeta wî ya ‘ilmî bi tenê be jî layiq e ku ehlê ‘ilm û hunerê li ser bisekinin. Lewra di dema ku di welat de nivîs û çêkirina telîfa di nav melayan de ne ‘adet bû wî telîf çêkirin. Nexasim di yên Kurdî de li welat, ê yekemîn tê hesab. Çimkî yên berya wî gelek kêm in û ew jî hatine jibîrkirin, ne di rewacê de ne. Yên dî jî bi sebeb piştî wî dest bi nivîsê kirin e warisên wî tên hesab.

Nivîsa Seydayê Mela Mizgîn di mijara ehemmiyeta ziman de ji me re bû wesîle ku di derheqê ziman û edebiyatê de em dosyakê çekin. Digel nivîsa Seyda, nivîsa “îmtîzaca kelîma” û a di derheqê Mem û Zînê de dosya yê pêktînin.

Em tevî nivîsên me yên dî yên bi qîmet hejmara xwe teslîmî we dikin, we jî emanetî Xweda dikin… Me hêviye ku Rebbê ‘alemê me di hejmareke dî de bighîne hev. BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.