Hejmara Biharê a Kovara Kelhaamed Derket!

Hejmara Biharê a Kovara Kelhaamed Derket!

Hejmara Biharê a “Kovara Bangaheq Ji Kelhaamed” Derket. Kelhaamed, dîsa bi rengîniya xwe a wek biharê û naveroka xwe ya dewlemend li pêşberê xwendevanên xwe ye.

Weşankarê Kelhaamed, hejmara nû a kovarê bi vî awayî pêşkêş dike.

Bi navê Ellah Te’ala Yê Rehman û Rehîm

Çiqas wesfên bi qencî hene tev ê Rebbê ‘alemê ne.

Selat û selam li ser fexra kaînatê, rehber û seydayê me Muhammed Mustefa ‘Eleyhisselatû Wesselam be û li ser al û eshabên wî be û selam li we xwendevanên Kelhaamed be…

Demsala biharê… hatina kêf û şahiyê, nûbûna jiyanê, canhatineke nû di rihber û nerihberan de, hêvî û recaeke nû, barîna barana rehmetê piştî hişkbûn û qeşa û cemedê… xortaniya ‘umrê însan, ger û geşta li seyrangahan… Her tiştên ku dilê însan geş û fireh dike Rebbê ‘alemê di me’na vê kelîmê de dixe bîra merev. Li hîkmeta Xaliqê însan seyrbikin ku Rehberê xelasiyê Muhammed ‘Eleyhîsselatû Wesselam jî di demsala biharê de daye dayîka wî. Di meha Nîsana mîladî de teşrîfî dinya yê kiriye, gulên bihara însaniyetê butik û serî dane.

Hatina pêxemberê axirzeman di biharê de ye, bihar e; bihar jî hatina Wî ye. Em Musluman jî rî’ayetî van munasebetan dikin, temamê welatê Îslamê bi idrakkirina Mewlûda ‘Eleyhisselatû Wesselam şadibin. Çewa ku Diyarbekir, Batman/Êlih, Stenbol û temamê bajar û gundên Kurdistanê bi vê wîladeta pîroz radibin piya, bihara xwe dikin bihar. Em malbata Kelhaamed jî di vê hejmara xwey biharê de van deng û rengan di rûpelên xwe de ji bo we xwendevanên hêja derdixînin pêş. Wek nivîsa “Demsala Biharê Di Gotinên Ustad Mela Ehmed Hilmî yê Qoğî de” û wekî dî di derheqê bihar û mewlûdê de.

Herwekî di hinek hejmara de me çêdikir, divê hejmarê de jî ji bona we me dosyakî hazir kir. Yek ji ustad, ‘alim û Kurdologên me Mela Ehmed Hilmi Yê Qoğî. Şexsiyeteke wî ya rengîn hebû. Her cihet kî ji şexsiyeta/kesayeta wî hêjayî lêkolînê ye û mîsal û ‘îbret e ji bona me û emsalên wî: Kesayeta wî ya ‘ilmî, kesayeta wî ya edebî, kesayeta wî ya ‘eşqî, kesayeta wî ya tesewwufî/teqwayî, kesayeta wî ya nivîskarî, berhemên wî… û cihgirtina wî di nav cema’et û hereketê de. 16 telîf û bi seriya 23yan re xet, tev de zêdeyî 40 berhemî çêkiriye. Her berhemekî/kitêbekî di destê kesên ‘eleqedar de reğbet û qîmet dibîne. Hinek ji wan hewqas reğbet dîtine ku çapa wan ji kontrolê derketiye, bi korsantî tên çapkirin.

Di dema me de tê gotin “kesên ‘alim di nav hereket û cema’etan de cih nagrin”. Belê Mela Ehmed ev qa’îde şikand, di nav Cema’eta Hîzbullah de cih girt û bi ewqas kesayeta xweya rengîn xebat kir.

Bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum