Hejmara dayikên ku çalakîyê li dar dixin derket 51î

Hejmara dayikên ku çalakîyê li dar dixin derket 51î

Dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 31emîn de didomînin.

Hat ragihandin dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 31emîn de didomînin.

Di 21ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akara ku digot lawê wê yê bi navê Mehmet Akar ji teref PKKê  ve hatiye revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û lawê wê piştî 3 rojan lê vegerîyabû. Malbatên din ên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin çav li Hacîre Akar kirin û li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê ji bo zarokên xwe dan destpêkirin ku ev çalakî îro ket roja 31emîn.

Hejmara malbatên ku beşdarî nobeda zarokên xwe bûne bi beşdarbûna malbeteke din a Êlihî tevde 51î. Malbat her çi qas ji teref HDPyîyan ve gef li wan bê xwarin jî terka Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nakin û ji bo zarokên xwe nobeda xwe didomînin.

Dayika bi navê Suheyla Demîra ku qîza wê  Hayal Demîr ev bû 5 sal hatiye revandin çiyê ji Agirî beşdarî çalakîyê bû.

Suhelya Demîra ku beşdarî çalakîyê bû derbarê mijarê de wisa axivî: “Ez ji Agirî têm.Ez ji bo qîza xwe hatim. Ez jî wek dayikên ku li vê derê rûniştîne ji bo qîza xwe hatim. Heta neyê ez ê neçim. Ez ji hemû kesî bang dikim. Ez ji dayikan re bang dikim. Ji vê meselê re çareyekê bibînin. Zarokên me winda bûn. Li me xwedî derkevin. Qîza min li lîseyê dixwand û li pansîyonê dima. Wê xapandin û revandin çiyê.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.