Hejmara Filistînîyên ku şehîd bûn derket 66an

Hejmara Filistînîyên ku şehîd bûn derket 66an

Digel şehîdbûna 3 Filistînîyên ku di êrîşên siyonîstên îşxalker de giran birîndar bûbûn hejmara şehîdên Filistînî derket 66an.

Roja duşema borî li ser sînora Xazzê veguhastina balyozxaneya Amerîka ji Tel Avîv bo Qudsê bi xwepêşanên ku hatin lidarxistin hat protestokirin. Siyonîstên îşxalker êrîş biribûn li ser Mislimanên ku li ser sînora Xazzê xwepêşanan li dar dixistin. Di encama êrîşçm terorîstên siyonîst de 63 Filistînî şehîd bûbûn û zêdetirî 2 hezar Filistînî jî birîndar bûbûn.

Doh digel şehîdbûna 3 Filistînîyên bi navê Moeen Abdul Hamid Al-Saie (58), Muhammed Mazen Alian(20) û Ahmed Alabd Abo Samra (21) yê   ku di êrîşên siyonîstên îşxalker de giran birîndar bûbûn hejmara şehîdên Filistînî derket 66an.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.