Hejmara kesên ku di erdheja li Endonezyayê de jiyana xwe ji dest dan derket 563yan
Li Endonezyayê hejmara kesên ku di erdheja ku li Girava Lombokê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 563yan.
Hat ragihandin li Endonezyayê hejmara kesên ku di erdheja ku li Girava Lombokê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 563yan.
Li Girava Lomboka Endonezyayê li ser hev di nav çend heftîyan de tev de 3 erdhej pêk hatibûn ku ji ber van erdhejan gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Di daxuyanîya ku ji teref Ajansa Birêveberîya Afeta Neteweyî ya Endonezyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin di erdhejê de heta niha 506 kes jiyana xwe ji dest dan.
Harry Hîkmetê rayedarên Wezareta Ewlehî û Karên Civakî jî di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir heta niha tev de 563 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 7 hezar kesan jî birîndar bûne.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.