Hejmara kesên ku di lehîya li Hindistanê de mirin derket 445î
Di lehîya ku li Keralaya parêzgaha Hindistanê pêk hat de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 445î.
Hat diyarkirin di lehîya ku li Keralaya parêzgaha Hindistanê pêk hat de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 445î.
Serokwezîrê Keralayê Pînarayî Vîjayan derbarê bobelata lehîyê de daxuyanîyek da. Vîjayan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir piştî lehîya ku rabû re xebat hatine destpêkirin da ku birînên xelkê bên pêçan.
Vîjayan her wisa diyar kir 130 hezar malên ku di ava lehîyê de mabûn hatin paqijkirin û xebat hêj berdewam dikin. Vîjayan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku ava lehîyê vekişîya re ceseda 28 kesên din ên ku di lehîyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin dîtin. Digel hejmara dawî hejmara kesên ku ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 445î.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.