Hejmara kesên ku di şewata li Yewnanistanê de mirin derket 80î

Hejmara kesên ku di şewata li Yewnanistanê de mirin derket 80î

Di şewata ku li nêzî Atînaya paytexta Yewnanistanê berî vê şevekê derket de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 80î.

Berî vê rojekê li herêmên Pentelî û Rafînaya Atînayê şewat derket û ji ber bayê şewat belavî çar alîyê herêmê bû. Ji ber şiddetê bayê agir di demeke ku kurt de gihaşt daristanê û şewat mal û wesayîtan jî da ber xwe tevakan kire xwelî. Şênîyên herêmê ji bo ji agir xelas bibin li wesayîtên xwe siwar bûn û xwe gihandin behrê û avjênîyê hewl dan canê xwe xelas bikin.

Ji teref Teşkîlata Îtfaîyê ve hat destnîşankirin heta niha tev de 80 kes ji ber agir jiyana xwe ji dest dan û 11 jê giran tev de 200 kes jî birîndar bûn û zêdetirî 100 kes jî winda bûne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.