Hejmara kesên ku di şewata li Yewnanistanê de mirin derket 87an

Hejmara kesên ku di şewata li Yewnanistanê de mirin derket 87an

Di şewata ku li nêzî Atînaya paytexta Yewnanistanê berî vê çend rojan derket de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 87an.

Berî vê çend rojan li herêmên Pentelî û Rafînaya Atînayê şewat derket û ji ber bayê şewat belavî çar alîyê herêmê bû. Ji ber şiddetê bayê agir di demeke ku kurt de gihaşt daristanê û şewat mal û wesayîtan jî da ber xwe tevakan kire xwelî. Şênîyên herêmê ji bo ji agir xelas bibin li wesayîtên xwe siwar bûn û xwe gihandin behrê û avjênîyê hewl dan canê xwe xelas bikin.

Li gor agahîyên ku di medyaya Yewnan de tên parvekirin hejmara kesên ku ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan derket 87an û 187 kes jî li nexweşxaneyan tên tedawîkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.