Hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 18an

Hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 18an

Hejmara malbatên ku li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin derket 18an.

Hat ragihandin hejmara malbatên ku li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin derket 18an.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh dema ku Wezîrê  Xebat û Civakê Zehre Zumrut Selçuk ji bo piştgirîyê çû serdana malbatên ku zarokên wan hatine revandin li serê çiyê, malbateke din jî beşdarî çalakîyê bû.

Mewlûde Uçdagê ku li Diyarbekirê îqamet dike derbarê mijarê de diyar kir dema ku lawê wê Remezan Uçdag hêj 17 salî bû hatiye revandin û ew ji wê roja ku hatiye revandin vir ve nikarin jê xeber bistînin.

Uçdag di berdewama axavtina xwe de diyar kir, lawê wê ji yekê hezîrana sala 2015an ve winda ye û dû re wiha l axavtina xwe zêde kir: “ Min li ser înternetê dît ku ev çalakî tê lidarxistin û ez hatim vê derê. Em ji bo lawên xwe li vê derê çalakîyê li dar dixin. Min bi sed zehmetî lawê xwe mezin kir.  Lawê min tûrikê xwe dagirt û got ez diçim geştê û ji malê derket. Cardin nehat malê.  Ew ê çûbana Xarpûta Elezîzê. Em ev bû 5 sal ku jê xeber nastînin. Ez dixwazim ku lawê min bê dîtin.  Piştî ku lawê min winda bû re ez 3 caran hatim vê derê, lê belê min tu netîce nestand.  Ji me re gotin, lawê te sax e, tu derê wî nehatiye şikandin û tu kes jî wî nerevandiye û me şandin. Ji bo min ne şev maye û ne jî roj.  Sekn û tebatî nayê min. Ji bo Xwedê ji vê yekê re çareyekê bibînin.  Ez dayika 5 zarokan im û ev lawê min ê duduwan e ku winda dibe. Xweda vê êşê bi tu kesî nede kişandin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.