Hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 37an

Hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 37an

Hejmara malbatên ku zarokên wan hatine revandin û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin derket 37an.

Ev bû 15 roj ew dayik û bavên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê dikin  û dibêjin heta ku zarokên wan neyên ew ê çalakîya xwe bidomîn.  Îro bi beşdarbûna 2 malbatên din jî hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 37an.

Piştî nîvri Cebraîl Taşê ku li Gungoran Stenbolê îqamet dike lê eslê xwe Êlihî ye, ji bo qîza 14 salî ya bi navê Ece Taşa ku di sala 2015an de hatiye revandin beşdarî çalakîya rûniştinê bû.

Bav Cebraîl Taş di daxuyanîya ku da destnîşan kir, qîza dema ku digel xwehên xwe li fabrîkaya tekstîlê dixebitî hatiye revandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez eslê xwe Êlihî me û ev bû 20 sal ku li Stenbolê dijîm. Qîza min  digel xwehên xwe di fabrîkayekê de dixebitî. Di wextê xwarinê de qîza min dibin. Ez texmîn dikim ku ew birine Kobanî. Heta niha xîret nekirin ku xeberê bidin me jî.  Min serî li temamê sazîyên dewletê da. Tu kesî ji min re nebû alîkar.  Tu eleqeya min bi dozên wisa re tune ye.  Ez  ji temamê temsîlkarên partîyên siyasî û ji dewletê alîkarî dixwazim. Min dev ji karê xwe berda û ez hatim vê derê. Ew hevalên qîza min ên ku çûne Kobanî dibêjin ew jî li wê derê bûye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.