Hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 40î

Hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 40î

Hejmara malbatên ku zarokên wan hatine revandin û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin derket 40î.

Ev bû 16 roj ew dayik û bavên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê dikin  û dibêjin heta ku zarokên wan neyên ew ê çalakîya xwe bidomîn.  Îro bi beşdarbûna 2 malbatên din ên ku ji Mûşê hatin, hejmara malbatên ku çalakîyê li dar dixin derket 40î.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin; Selma Han ji bo lawê xwe Onur Hanê 24 salî ya ku di sala 2014an de hatiye revandin beşdarî çalakîyê bû.

Dayika bi navê Selma Han destnîşan kir sala borî lawê wê ji Sûrîyê li wan gerîyaye. Dayik di  berdewama axavtina xwe de bang li lawê xwe kir û gor; lawê min tu li kû yî, were teslîm bibe.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler