Hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe nobedê digirin derket 57an

Hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe nobedê digirin derket 57an

Çalakîya wan malbatên ku zarokên wan hatine revandin li serê çiyê li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê berdewam dike, bi beşdarbûna malbateke din hejmara malbatan derket 57an.

Hat ragihandin  çalakîya wan malbatên ku zarokên wan ji teref HPD/PKKê ve hatine xapandin û hatine revandin li serê çiyê, li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê berdewam dike, bi beşdarbûna malbateke din hejmara malbatan derket 57an.

Herî dawî ji Xarpêtê Mehmet Aytekîn ji bo birayê xwe yê ku di sala 2015an de hat revandin li serê çiyê beşdarî çalakîyê bû.

Aytekînê ku ji bo birayê xwe beşdarî çalakîya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê bû derbarê mijarê de destnîşan kir ew  ji sala 2015an vir ve xeberê jê nastînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hêvî dikin ku demildest vegerê mala xwe. Dema ku 24 salî bû ew li Esenyurta Stenbolê xapandin. Ji ber ku kesên li derdora wî kesên HDPyî bûn hema di nava mehekê de hat guhartin. Dema ku  ez li Stenbolê bûm çûm avahîya HDPê  ya Stenbolê. HDPyîyan ji min re gotin ‘ew ê li we bigere.’ Piştî 4 mehan li min gerîya.Dû re em hîn bûn ku li Kobanê ye. Ez ê ji bo birayê xwe çalakîya xwe bidomînim.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.