Zekerîya Yapicioglu mazûvaniya Serokê Giştî yê Tevgera Îslamî Li Kurdisanê Şêx Ebdulezîz kir

Zekerîya Yapicioglu mazûvaniya Serokê Giştî yê Tevgera Îslamî Li Kurdisanê Şêx Ebdulezîz kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokê Giştî yê Tevgera Îslamî Li Kurdisanê Şêx Îrfan Elî Ebdulezîz û heyeta pê re li navenda partiyê hevdîtinek pêk anî.

Di vê serdanê de ku ji çapemeniyê re girtî bû, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û Serokê Têkiliyên Derve Huseyîn Îmîr beşdar bûn.

Li ser meseleyên herêmî û yên bi cîhana Îslamê re eleqedar hatin axaftin.

Di hevdîtinê de, ku di atmosfereke germ û dostane de derbas bû, li ser geşedanên herêmî û pirsgirêkên heyî yên cîhana Îslamê hatin axaftin.

Yapicioglu kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û ji bo serdana wan a xweş spasiya Şêx Îrfan Elî Abdulazîz û şandeya pê re kir.

Şêx Ebdulezîz ji bo mêvanperweriya Yapicioglu spasiya xwe pêşkêş kir û di xebatên wî de serkeftin xwest. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.