Henîyye: Divê bê famkirin ku Peymana Sedsalê tê wateya herbê

Henîyye: Divê bê famkirin ku Peymana Sedsalê tê wateya herbê

Serokê Şaxa Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye destnîşan kir ew Peymana Sedsalê red dike, divê bê famkirin ku Peymana Sedsalê tê wateya herbê.

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Filistîn welat û axa me ye. Dûrre herî b qiymet a ummetê ye. Ji ber vê yekê ev mesele nabe meseleya bazar û danûstandê. Di warê parastina Qudsê de em diyar dikin ku em amade ne di vî warî de digel temamê komên din ên Filistînî li Qahîreyê werin ba hev û ser xalekê li hev bikin.”

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Ew ê ev lîstîk wisa berdewam neke, ew ê êrîşa nû ya emperyalîzê têk biçe û welat zaferê qezenc bike. Divê em biqêrînin ku ew ê êrîş têk biçin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.