Her sal 10,5 milyon însan ji titûn, eraq û tiryakê dimirin

Her sal 10,5 milyon însan ji titûn, eraq û tiryakê dimirin

Di Sempozyuma Tenduristîya Gel û Polîtîkayên Tiryakê ya Navneteweyî de hat diyarkirin “Her sal 10,5 milyon însan ji titûn, eraq û tiryakê dimirin.”

Li Stenbolê Sempozyuma Tenduristîya Gel û Polîtîkayên Tiryakê ya Navneteweyî hat tertîpkirin. Di sempozyuma ku bi beşdarbûna Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hat tertîpkirin de, Prof. Dr. Toker  Erguderê Temsîlkarê Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê axavtinek kir û di axavtina xwe de balan kişand li ser mirinên ku li tevahîya cîhanê ji ber bikaranîna tiryak, eraq û titûnê pêk tên.

Prof. Dr. Toker  Erguderê Temsîlkarê Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê di axavtina xwe ya ku li sempozyûmê kir de derbarê mijarê de wiha got: “Li dinyayê her sal ji ber bikaranîna titûnê 7 milyon kes, ji ber bikaranîna eraqê 3 milyon kes û ji ber bikaranîna tiryakê 450 kes dimirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.