Hereketnekirina li gor rexneyên me ên çêker û rênîşander sedema sereke ya qeyrana aborî ye

Hereketnekirina li gor rexneyên me ên çêker û rênîşander sedema sereke ya qeyrana aborî ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz derbarê qeyrana aborî ya heyî de daxuyanî da û destnîşan kir “Hereketnekirina li gor rexneyên me yên çêker û rênîşander sedema sereke ya qeyrana ku tê jiyan e.”

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê qeyrana aborî ya ku niha heye de daxuyanî da û nirxandinan kir. Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew berî niha derbarê vê qeyrana ku heye de gelek caran hişyarî dane hikûmetê.

“Hereketnekirina li gor rexneyên me yên çêker û rênîşander sedema sereke ya qeyrana ku tê jiyan e”

Yavuz di berdewama nirxandina xwe de diyar kir pêwîst e hikûmet û birêveberîya aborîyê pê zanibin ku ew ê ev qeyran derkeve û li gor vê yekê bingeha aborîyê ya li dijî pêlên dijwar hatibana standin. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde ckir: “ Ew problemên di navbera Tirkîyê û Amerîka de, mueyîdeyên ku Amerîka li hember du wezîran tetbîq dike bûne sedem ku qedr û qiymeta TLyê li ber dolarê bikeve û di netîcê de TL li ber dolar helîya. Em wek HUDA PARê hema piştî darbeya 15ê Tîrmehê me got ku ji dêla van tasarim û pergalên siyasî û îqtîsadî yên ku ji teref hêzên emperyalîst ên ku Amerîka pêşîvantîya wan dike ve li xelkê tên ferzkirin de bila pergalên ku bi bawerî û nirxên xelkê re û bingeha civakî û çandî re lihevhatî be bên çêkirin. Ev yek telebeke me bi israr bû. Hereketnekirina li gor rexneyên me yên çêker û rênîşander sedema sereke ya qeyrana ku tê jiyan e.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.