Hesreta azana bi Tirkî ya CHPê berdewam dike

Hesreta azana bi Tirkî ya CHPê berdewam dike

Yilmazê parlementerê CHPyê ku camîyan kire axûr û azana şerîf bi salan bi Tirkî da xwendin, li xwe mikûr hat û got ku ew ji ber azana şerîf bi Erebî tê xwendin aciz e ku ev yek şîroveyên “CHP, zilma azana Tirkî dixwaze cardin dîsa bîne” anî bîran.

Ozturk Yilmazê parlementerê CHPyê doh êvarî beşdarî bernameyeke televîzyonê ya ku tê de “Sonda Xwendekaran” a ku bêhna nîjadperestîyê jê tê bû û anî zimên ku ji ber ku azana şerîf bi Erebî tê xwendin ew aciz e. Piştî ku Yilmazê CHPyî vê yekê anî zimên re şîroveyên “CHP, zilma azana Tirkî dixwaze cardin dîsa bîne” anî bîran.

Yilmaz di bernamê de gotina Serokomar Erdogan “Sonda xwendekaran berhema wan kesên ku dixwazin azana şerîf bi Tirkî bidin xwendin e” anî bîran û wiha got: “ Bila bi zimanê min hemû tişt bê xwendin. Bira! Bila azana şerîf bi Tirkî bê xwendin. Bila ez fam bikim.”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de zêdetir pê de çû û diyar kir pêwîst e Qur’an bi xwe jî bi Tirkî bê xwendin û wiha got: “Bila Tirkî li çar alîyên dinyayê bê axavtin. Bila ez fam bikim. Ev çi ye,  çima Tirkî ev qas tê biçûkxistin?”

Doç. Dr. Selman Ogutê ku beşdarî heman bernamê bûbû ji daxuyanîya Yilmazê CHPyî re bertek nîşan da.

Ogutdi axavtina xwe de diyar kir CHP 18 salan azana şerfî bi zorê bi Tirkî da xwendin. Yilmaz di dema bernamê de ji Ogutî pirs ‘Tu çima ev qas ji Tirkî nefret dikî?” pirsî û Ogut pirsa wî wisa bersivand: “Ez çima ji Tirkî nefret bikim. Tu ji Erenî nefret dikî, tu ji zimanê Qur’anê nefret dikî. Ma tu ji peyva Allah-u Ekber fam nakî? Allahu Ekber çi ye? Xweda yek e. Tu çima ji gotina Allah Ekber aciz dibî? Tu çima ji Eşhedû en la îlahe îllallah  aciz dibî? Tu dixwazî here ji xwe re camîyekê çêke û lê azanê bi Tirkî bide xwendin. Heke te li pey xwe cemaatek dît vê yekê bike. Di vê yekê de problem tuneye, lê di vî warî de problemek bi nirxên xelkê re heye. Çima, lewra ew peyvên Qur’anê ne. Gelo ew ê li tevahîya dinyayê bê gotin Allahu Ekber û li vê derê jî bê gotin ‘Xweda mezin e”

Di berdewama bernamê de ji ber gotinên Selman Ogut, Yilmazê CHPyî diyar kir “Îro ev millet ev qas tu carî nehatibû biçûkxistin.” Ji ber vê gotinê Selman bi vî awayî xeber da: “ Ev millet dema ku 18 salan azana şerîf bi Tirkî hat xwendin, hat biçûkxistin. We camîyan kir axûr. Dema ku em van tiştan dibêjin jî hûn aciz dibin. Pêşî lêborînê bixwaze. Hûn ê pêşî ji milletê lêborînê bixwazin û dû re dê siyasetê bikin. Hemd ji Xwedê re ku li welatê min azana şerîf bi Erebî tê xwendin.”

Yilmazê ku kete navberê diyar kir “Em ji we zêdetir Misliman in.” Ji ber vê yekê Selman diyar kir “Elbet, tu Mislimanekî baş î!Tu berî min jî biçe cennetê!”

Di dawîya bernamê de pirsa “Azan di wextê kî de hat qedexekirin” ji Selmanî hat pirsîn. Selman pirsê wisa bersivand: “Di wextê M. Kemal de hat qedexekirin. Qerareke xelet bû. Ma em ê ji temamê tiştê ku ji teref Ataturk ve hatine kirin re bibêjin rast e.?”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.