Hêzên Haşdî Şabî hat fesihkirin

Hêzên Haşdî Şabî hat fesihkirin

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî talîma girtina temamê buroyên ku navên hêzên Haşdî Şabî li ser wan in da.

Ji teref Adil Abdulmehdîyê Serokwezîrê Iraqê ve derbarê hêzên Haşdî Şabî de qerarnameyek weşand. Di qerarnameya ku hat weşandin de Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî talîma girtina temamê buroyên ku navên hêzên Haşdî Şabî li ser wan in da.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew ê kesê ku dê ji teref Serokwezîr ve bê tayînkirin ji hêzên Haşdî Şabî berpirs be û ew ê êdî qet navên ku ji teref Haşdî Şabî ve dihatin bikaranîn neyên bikaranîn.

Serokê Harekata Sadr Muqteda es-Sadr jî talîmat da ku Seraya es-Selama hêzên wan a mîlîsan bê fesihkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.