Hikûmeta Kurdistanê derbarê rewşa darayî hejmarek biryar da û yasaya çaksaziyê cîbicî dike

Hikûmeta Kurdistanê derbarê rewşa darayî hejmarek biryar da û yasaya çaksaziyê cîbicî dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê plana rûbirûbûna krîza darayî pesend kir û çend biryar derbarê kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatê û cîbicîkirina yasaya çaksaziyê de dan.

Li gorî daxuyanîya ku li ser malpera kdp.infoyê hat belavkirin; encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, roja Sêşemê, 05.05.2020, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civînek encam da û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û tedbîrên cîbicîkirina yasaya çaksazî gotûbêj kirin ku beşek e ji karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye diyarkirin ku Encûmena Wezîran tekeziyê li ser demildest cîbicîkirina hemû birgeyên yasaya çaksazî dike li gor wê plana ku ji aliyê Lîjneya Bilind a Çaksaziyê ve hatiye pesendkirin û wezaretên peywendîdar jî hatine raspardin bi wergirtina rêkarên pêwîst arasteya misogerkirina mafê mûçexuriya şayiste.

Derbarê civînên şanda Kurdistanê li Bexdayê, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî derencamên kombûnên wê şanda Hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê aşkere kirin taybet bi mijara şayisteyên darayî û dosyeya petrol û gaze. Encûmena Wezîran jî pêşniyaza wê şandê ya ji bo berdewamkirina kombûnan ji bo çareserkirina kêşeyan û dabînkirina maf, mûçe û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê, qebûl kir.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê kêmkirina xerciyan 9 biryar wergirtin ku ew biryar wisa ne:

1- Kêmkirina mûçe û dermaleya xwedî wezîfeyên bilind û pileyên taybet li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêmê, Serokayetî, Endamên Plamentoyê, Encûmena Dadwerî, Encûmenên parêzgehan di warên xizmetên şaristanî, serbazî, hêzên asayîşa navxwe, asayîşa giştî, Encûmena Asayîşê û ew bi wan pileyan xanenîşîn bûne an dibin.

2-Xerckirina tenê mûçeyê bineratî bo wan pile taybetan  ku li rêveberiya giştî û di ser de, serokên yekeyên kargêrî li parêzgar, qayimqam û rêveberiyên nahiyeyan û pêwîst e li ser Wezareta Darayî û Aborî di maweyê 30 rojan de di çarçoveya yasaya çaksazî de çarenivîsa wezîfeya wan bê yekalîkirin.

3-Pêwîst e Wezareta Darayî û Aborî mûçe tenê bo wan kesan xerc bike ku tomar in li databeysa tomarî ya bayometrî û bi fîlî di xizmeta wezîfeyê de ne. Herwiha birîna mûçeyê wan kesan ku bi fîlî xizmeta wezîfê nakin.

4-Kêmkirina budceya teşxîlî bo nizîmtirîn ast bi corek tenê warên sereke yên xerciyan bigire weke ware dabînkirina derman û pêdawîstiyên pizîşkî, taqîgeh, xwarina nexweşxane, zindaniyan , malên temen mezin lê dimînin, nûciwan, zarok, navendên tundûtûjiya li dijî jinan, pakkirina bajar, bajarok, nexweşxane, pêdawîstiyên av û kirêya wêstgehên berhemanîna karebayê û çêkirina rêyan.

5-Peyrewkirina sîstema nû ya online ji bo xerckirina budceya teşxîlî ji bo rê dan şefafiyet û kêmkirina rûtînê.

6-Ragirtina xercên budceya weberhênan (Prejeyên wezaretan û girîngîpêdana parêzgehan)

7-Pêdaçûn bi pêşîneyên hemû wezaret û saziyên Herêmê ji aliyê Encûmena Wezîran û Wezareta Darayî û Aborî bi arasteya kêmkirina bo nizimtirîn ast.

8-Ragirtina xercên rastexo ya wezaretan li ser beşa dahatên xwe.

9-Pêdaçûn bi xercên di warê petrol û gaze de

Derbarê zêdekirina dahatê de jî ev biryar hatine wergirtin:

1-Rêkxistina wan xizmetguzariyên ji aliyê kertê taybet ve bi şêweyê girêbest li deriyên sînorî tên pêşkêşkirin bi corek divê dahata wan xizmetguzariyan bo berjewendiya giştî be.

2-Hilweşandina hemû wan lêxweşbûnnê ku hatine dayîn li gumrig û back u naguncin li gel yasa û rênimayiyan.

3-Kontrolkirina deriyên sînorî bi mebesta rêgirî li her karekî ne yasayî ku ziyanê digihîne dahata giştî.

4-Pabendkirina kompaniyên navxwe yên di ware petrol û gazê, di ware ewlehî û kompaniyên di ware peywendî, înternet û projeyên nîştecihbûnê bi pêdana bac di çarçova yasa û rênimayiyan.

5-Rêkxistina mîkanîzm û wan aliyên ku risumatên xizmetguzarî yên wezaretan bi şêweyê girêbest kom dikin bi coreyek ku di xizmeta berjewendiya giştî de be.

6-Sepandina bac li ser hawirdekirin û rafînekirina berhemên petrolê.

7-Pêwîst e li ser Wezareeta Kiştukal û Çavkaniyên Avî, polînkirina wan zeviyên kiştukaliyê bike ku zêdegavî li ser hatiye encam dan, tevî pêdaçûna wan zeviyên kiştukalî yên bi girêbest hatine kirêkirin di ware nirx û şêwazê girêbestê de bo ku wek samaneke niştimanî miamele li gel bê kirin.

8-Hilweşandina terxankirina zevî bo wan projeyên moleta weberhênanê pê hatiye dayîn, lêbelê dest bi cîbicîkirina projeyan nehatiye kirin.

9 -Tapokirina hemû wan zeviyan ku bi şêweyê kart hatine terxankirin bo hemwelatiyan û herwiha tapokirina yekeyên niştecihbûnê li projeyên weberhênanê bi navê hemwelatiyan û pêdaçûna bi nirxê xizmetguzariyên komelgehên niştecîbûnê.

10 -Wergirtina deynên bazirganî ji aliyê Wezareta Darayî û Aborî li gor Yasaya Çaksazî.

11-Pesendkirina pêşkêşkirina xizmetguzariya dabeşkirina kareba û komkirina kirêya beşdbûyên karebayê ji aliyê kertî taybet ve li jêr serpereştî û çavdêriya hikûmetê.  

12-Pesendkirina projeya kirîn û bazarkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji aliyê kertê taybet ve li jêr serpereştî û çavdêriya hikûmetê bi mebesta piştevanîkirina kertê cotkariyê.

13-Kêmkirina rêjeyek ji wan faîzên hikûmetê (xanî, zewac û deynên biçûk) ku li aliyê hemwelatiyan e, bi mercê ku hemwelatî amade bin ta roja 15ê Hezîrana 2020, wan hemû pêşîneyan li hikûmetê vegerînin.

Sivikkirina bar û ziyanên ji ber rêkarên xweparastina ji koronayê;

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê wan kesên ku ji ber tedbîrên rêgirtina li beşavbûna vîrusa koronayê rastî ziyanê hatine jî hejmarek biryar wergirtin.

Li gor biryarên hatine wergirtin, kirêya wan kargehên ku di warên pîşesazî, cotkarî, bazirganî  di milkên hikûmetê de kar dikin, ew maweyê ku kar nekirine dê li ber çav bê girtin û natê wergirtin.

Ew kesên ku cezayên darayî lê hatibûn dirîn dê bên efûkirin û deynên saziyên fermî û şaredariyan dê bên paşxistin.

Encûmena Wezîran herwiha aşkere kir ku roja 11ê Gulanê dewama li hemû dam û dezgehên hikûmetê dê dest pê bike.

Sîstema nenavendî ya îdarî:

Derbarê sîstema nenavendî de jî Encûmena Wezîran tekezî li ser wê kiriye, ji bo çespandina nenavendiyê li hemû parêzgehan bi bêyî ciyawazî û bi wê şêweyê di bernameya karê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêmê de hatiye bi corek ku guncaw be li gel sîstema yasayî û kargêrî ya Herêma Kurdistanê û belavkirina desthilat, erk û berpirsyariyan li gor yasayê, li jêr çavdêriya Serokê Hikûmetê û li gel parastina statuya Herêma Kurdistanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.