HUDA PAR çû tazîya malbata Eylula biçûk
Heyetek ji HUDA PARê çû tazîya malbata Eylula biçûk ya li Polatliya navçeya Enqerê bi awakî wehşîyane hatibû qetilkirin.
Endamê Lijneya Şêwrê yê HUDA PARê Amdûssamed Yalçin bi heyetek pê re çû tazîya Eylul Yaglikara ya ku li gundê Uzûnbeya navçeya Polatliya Enqerê bi awakî wehşîyane hatibû qetilkirin.
Heyeta HUDA PARê li gundê Uzunbey ji teref bavê Eylula biçûk Îbrahîm Yaglikara û xizmên wî ve hatin pêşwazîkirin.
Yalçin, li mala Eylula biçûk Fatîhe xwend û ji bav û eqrebayên Eylul re sebira cemîl xwest.
Yalçin, li bavê Eylul Yaglikara sersaxiyên Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz jî got.
Piştî zîyareta tazîyê Yalçin wiha got, “Em çûn tazîye û zîyareta malbata Eylula 8 salî ya ku 3 roj berê li gundê Uzûnbeya navçeya Polatliya Enqerê bi awakî wehşîyane hatibû qetilkirin. Me bi bavê wê Îbrahîm Yaglikara re sohbet kir. Bi taybeî ji şexsê wî û bi gelemperî jî ji temamê xizmên wî re me silavên Serokê xwe yê Giştî got.”
Wekî wê bê bîranîn Eylul Yaglikara ya 8 salî di 22ê Hezîranê de li Polatliya navçeya Enqerê winda bûbû û piştî 3 roj berê cesedê wê yê mirî ji bin axê hatibû derxistin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.