HUDA PAR derbarê KHKya dawî ya ku hat weşandin de daxuyanî da
Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz derbarê KHKya bi reqema 701 a ku di bergeha OHALê hat derxistin de nirxandinan kir.
Digel KHKya ku doh di Rojnameya Fermî de hat weşandin 18 hezar û 632 wezîfedar ji kamûyê hatin îxrackirin û 148 personel jî ji wezîfê re hatin îadekirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz derbarê KHKya bi reqema 701 a ku di bergeha OHALê hat derxistin û pê îxrac û îade hatin kirin de nirxandinan kir.Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Dema ku bi FETO û rêxistinên din ên sûcê re micadele hat kirin divê ji prensîba hiqûqê tawîz neyê dayîn.”
Yavuz di berdewama daxuyanîya ku da de diyar kir divê maf bê dayîn da ku ew kesên ku ji kamûyê hatine îxrackirin karibin di sektora taybet de bixebitin û divê ew îxrackirina ku mueyyîdeyeke giran e bi delîlên teqez bên kirin û divê ji trawmayan re nebin sedem.
Yavuzê ku got bo mexdûrîyet derneyên holê xebateke baş bê kirin di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Digel qerarnameya di hûkmê qanûnê de ya bi reqema 701 tev de 18 hezar û 632 wezîfedar wek bi dehhezaran kesên din ji kamûyê hatin îxrackirin û 148 personel jî ji wezîfê re hatin îadekirin. Dema ku bi FETO û rêxistinên din ên sûcê re micadele hat kirin divê ji prensîba hiqûqê tawîz neyê dayîn û bo ku mexdûrîyet derneyên holê divê hessas bê hereketkirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.