HUDA PAR: Divê mewzûata sazîya malbatê bi eqla selîm ji nû ve bê nirxandin

HUDA PAR: Divê mewzûata sazîya malbatê bi eqla selîm ji nû ve bê nirxandin

Serokatîya Malbat û Jinan a HUDA PARê destnîşan kir; divê mewzûata sazîya malbatê bi eqla selîm ji nû ve bê nirxandin.

Ji teref Serokatîya Malbat û Jinan a HUDA PARê ve derbarê qanûnên ku malbat û civakê tarûmar dikin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de nirxandinên balkêş hatin kirin û hat destnîşankirin: Divê mewzûata sazîya malbatê bi eqla selîm ji nû ve bê nirxandin.

 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin zêdebûna talaqên ku piştî Peymana Stenbolê pêk  hatine û dû re derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Qanûna bi hejmara 6284 a ku çavkanîya wê “Peymana Stenbolê” ye ev bû çend sal ku di rojevê de ye û li ser nîqaş tên kirin. Di roja me ya îro de ‘cinayetên pîrekan’ û ‘şiddeta li hember jinan’ êdî bûne asayî. Qanûna bi hejmara 6284 a ku çavkanîya wê “Peymana Stenbolê” ye berî vê 7 salan ket merîyetê û di nav xwe de gelek cezayên giran hene. Lê belê ev qanûn pêşîya wan hewadîsên cinayet û tundîyê negirt ku ev yek ji wan îstatîstîkên ku hatine weşandin tê famkirin. Lewra di salan 2012an de – di vê salê de peymana Stenbolê hat îmzekirin- hejmara pîrekên ku hatine kuştin 210 bû, lê belê ev hejmar di sala 2019an de du qet zêde bû û derket 439an. Digel vê zêdebûnê ev qanûn bi hatina xwe gelek problem û zehmetîyan bi xwe re anî.

Di  berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin rêjeya talaq, cinayet, tundî, mexdûrîyet û neheqîyên ku piştî Qanûna bi hejmara 6284 a ku çavkanîya wê “Peymana Stenbolê” ye pêk hatine û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin:

-Di sala 2012an de hejmara talaqê 123 hezar û 325 bû ku ev hejmar di sala 2019an de derket 142 hezar û 448an.Bi heman awayî hejmara zewacê ji 603 hezar û 751î daket 553 hezar û 202yan.

- Ji ber ku bes beyana  jinan hat esasgirtin û li gorî vê yekê hukum hat dayîn hinek sepanên ku exlaqa civakî texrîb dikin derketin holê.

- Ji ber wan cezayên dûrxistina ji malê bi milyonan kes tesîrdar bûn û ji ber vê yekê gelek zêde bûyerên şiddet û tundîyê pêk hatin

- Ji ber ku jin û mêr di emrê ciwan de zewicîn bi neheqî ceza ji wan re hat birîn û malbatên wan hat tarûmarkirin.

-Nafakaya bêsînor bû kabûseke civakî.

Zêdebûna van sepanên ku civakê ber tunebûnê ve dibe û wê tarûmar dike tehlûkeya alozîyê zêdetir dike.”

Di dawîya daxuyanîyê de bang li meclîs û hikûmetê hat kirin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Divê êdî hikûmet û meclîs xwe li kerrîtî, lalbûn û korbûnê nedeyne û vê meseleya ku civakê tarûmar dike bibîne û pêwîst e ji nû ve binirxîne.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler