HUDA PAR: Ji bilî daxuyanîyên me bila îtîbarî wan xeberên din neyê kirin

HUDA PAR: Ji bilî daxuyanîyên me bila îtîbarî wan xeberên din neyê kirin

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ji bilî daxuyanîyên wan bila îtîbarî wan xeberên din neyê kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin li ser medya û medyaya civakî tê diyarkirin ku HUDA PAR  bi hinek partîyan re hevdîtin kiriye û di encama van hevdîtinan de bi hinekan re îttîfaq  kiriye, ji bilî daxuyanîyên me bila îtîbarî wan xeberên din neyê kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew ji wan partîyên ku dê wek partî bikevin hilbijartinan teleba hevdîtinê kirine  û di vê çarçoveyê de bi AKP, SP, BBP, ÎP û VPê ye ku bersiveke erênî dane teleba wan a hevdîtinê re hevdîtin kirine  û ji ber ku ew 5 partîyên din bersiveke erênî nedane wan ew bi wan re hevdîtin nekirine.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin li ser medya û medyaya civakî tê îddîakirin ku HUDA PAR bi hinek partîyan re hevdîtin kiriye û îttîfaq çêkiriye ku ev îddîa ne rast in û exlebeyê van îddîayan bi niyeteke xirab û nebaş û bi zanebûn tên kirin ku di vê yekê de tu şipheya wan tuneye.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.