HUDA PAR malbata Ozkana ku ji teref siyonîstan ve hat desteserkirin ziyaret kir
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk û lijneya pê re pêkve malbata Ebru Ozkana ku ji teref siyonîstan ve hatiye desteserkirin ziyaret kirin.
Erdal Elîbuyukê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û lijneyeke ku ji Şaxa Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê pêk dihat pêkve çûn ziyareta malbata Ebru Ozkana ku 11ê Hezîranê li balafirgeha Ben Gurîona Telavîvê ji teref siyonîstên îşxalker ve hatibû desteserkirin.
Elîbuyukê ku derbarê mijarê de ji teref malbata ve hat agahdarkirin destnîşan kir ew ê bibin şopînerên mijarê û înşallah dema ku hat berdan ew ê cardin werin ziyareta wan.
Ozkana ku ji teref siyonîstan ve hatibû desteserkirin hêj ji teref siyonîstan ve tê girtin û ew ê roja yekşemê bê derxistin mehkemya siyonîstên îşxalker.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.