HUDA PAR: Mihraqên şer ji bilî felaketan tu tiştekî din bi Kurdan nedan jiyandin

HUDA PAR: Mihraqên şer ji bilî felaketan tu tiştekî din bi Kurdan nedan jiyandin

HUDA PARê ji ber salvegera 32emîn a Qetlîama Helepçê ya ku di dîrokê de wek lekeyeke reş maye daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî Ya HUDA PARê ve hat belavkirin de  hat destnîşankirin “Em bawer dikin ew kesên ku bi dayîna çekên kimyasal ên ji bo Saddam bûn şirîkê vê qirkirinê dê li ber  dîrokê hisabê bidin û ew ê rojekê muheqqeq edalet tesîs bibe.”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew kesên ku fermana Qetlîama Helepçê dane bi lenet tên bîranîn û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Em wan xuşk û birayên ku yên ku berî vê 32 salan di 16ê Adara sala 1988an de li Helepçe bi şikleke hovane hatin şehîdkirin bi rehmet û hûrmet bi bîr tînin û wan zalimên ku bûn sedema vê trajedîya însanetîyê telîn dikin.  Ew Saddamê zalim û fîrawun ê ku fermanê Qetlîama Helepçeya ku tê de bi hezaran Kurdên bêsûc û bêguneh hatin qetilkirin û bi hezaran Kurd jî seqet man da û ew Elîyê Kimyewî û qatilên din ên ku destên wan di vê qetlîamê de heye dê her tim bi nefret û lenetê bên bîranîn.”

 “Mihraqên şer ji bilî felaketan tu tiştê din bi Kurdan neda jiyandin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin dinya ji vê qetlîama ku hat kirin re deng nekir û bêdeng me û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Qetlîama Helepçe xeleke dawî ya wan operasyonên Enfalê ye ku di wan qetlîaman de bi destên rejîma Baasê zêdetirî 180 hezar Kurdên mezlûm  hatin qetilkirin û bi sed hezaran Kurd jî ji axên xwe hatin derxistin.Ev qetlîam li ber çavên temamê dinyayê hat kirin û qaşo ew ‘cîhana medenî” berteka pêwîst nîşanî vê qetlîamê neda.Di serî de ew Amerîkaya ku ji Qetlîama Helepçê re dengê xwe nekir û di wê Herba Îran-Iraqê ya ku 8 salan berdewam kir de destek da rejîma Baasê û ew mihraqên şer ên din heta îro ji bilî felaket û bobelatan bi Kurdan nedane jiyandin.”

 “Derheqê wan welatên ku çekên kimyewî dane Sadddamî de heta îro lêpirsîn nehat kirin”

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin digel ku 32 sal ji ser Qetlîama Helepçê derbas bûbûn jî ew derheqê wan kesên ku vê qetlîamê dan kirin  de tu lêpirsîn nehat destpêkirin û dû re wiha dawî li daxuyanîyê  hat anîn: “ Piştî ku çend sal ji ser qatlîamê derbas bûn  re Saddam û hinek qatilên di bin fermana wî de hatin îdamkirin; lê belê derheqê Amerîka, Îngîltere, Almanya, Fransa û welatên din ên  ku çekên kimyewî dane Sadddamî û jê re bûn alîkar de heta îro lêpirsîn nehat kirin. Em bawer dikin ew kesên ku bi dayîna çekên kimyasal ên ji bo Saddam bûn şirîkê vê qirkirinê dê li ber  dîrokê hisabê bidin û ew ê rojekê muheqqeq edalet tesîs bibe. Em hêvî dikin ku qetlîamên bi vî awayî li ser rûyê erdê cardin pêk neyên û bi wesîleya salvegera Qetlîama Helepçê em şehîdên Helepçê bi rehmet yad dikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.