HUDA PAR: Xazze di bin dorpêçê de rojên dijwar derbas dike

HUDA PAR: Xazze di bin dorpêçê de rojên dijwar derbas dike

Serokatiya Karên Derve ya HUDA PARê derbarê bûyer û geşedanên dawî yên ku di pêvajoya Coronavîrusê de li Xazzê pêk hatin de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de  hat destnîşankirin, di 8ê Çileya Pêşîn a 2020an de, Wezareta Tenduristiyê ya li herêma Xazzê ragihand ku ji ber ku materyalên testê qediyaye li Laboratuvara Navendî ya Xazze pêvajoya ceribandina Coronavirus hate sekinandin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bang li hemî saziyên pêwendîdar kir ku bikevin dewrê û ji bo dabînkirina materyalên ku ji bo ceribandinê hewce ne alîkariya acîl bikin. Ji vir, em bang li hemî sazî û rêxistinên navneteweyî dikin, nexasim jî li WHO, ku guh bidin banga Wezîrê Tenduristiyê yê Fîlîstînê, da ku kelûmêlên testê yên hewce û alavên tenduristiyê yên hewce bên peydakirin. Tirkîyeya ku ji Dewletên Yekbûyî, Çîn û 135 welatên wekî Brîtanya pêdivîyên tenduristî dişîne, divê pêdivîyên tenduristî yên acîl ji Filistînîyan re jî bişîne û divê di vî warî de bêtir berpirsiyarî bigire li ser xwe."

"Divê Tirkiye balyozxane li rejîma dagirkeriyê tayîn neke"

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin "Pirsgirêka herî mezin a gelê Filistînê hebûna rejîma siyonîst e" û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Siyonistên îşxalker wan cesedên Filistîniyên ku vê dawiyê kuştine nade malbatên wan û wan li goristanên leşkerî defin dike. ‘Mirovên ku hûn welatê wan dagir dikin bikujin û laşên wan radestî malbatên wan nekin.’ Ev sûcekî mirovahiyê ye. Ew binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Trump ji bo normalîzekirina têkiliyên bi rejîma siyonîst re welatên Îslamî neçar dike û li ser wan ferz dike da ku xiyanetê bikin. Mixabin, Fas jî beşdarî vê tîmê xiyanetê bû. Avêtina gavên normalîzekirinê mîna ku tiştek çênebûbe, ji gelê Quds û Fîlîstînê re îxanet kirin e û bûyîna  şirîkê tawanên rejîma siyonîst. Tê diyarkirin di pêvajoyên pêş de dê pêwendîyên Tirkîyê û rejîma siyonist cardin dest pê bikin û pêşve biçin û ew  li Telavîvê balyozxane bê vekirin. Em hêvî dikin ku hukûmet û birêz serokwezîr gavek wusa neavêjin. Ger Tirkîye gaveke wisa bavêje dê dabeyeke giran li doza Qudsê bê xistin. Divê temamê pêwendîyên bi rejîma siyonîst re bên qutkirin ku rastîya asayîbûnê ev e.”

"Divê Fransa qanûna ku pê dijberîya Îslamê tê kirin betal bike"

Di berdewama daxuyanîyê di bîran xist ku pêşnûma qanûnê ya ku pê dijberîya Îslamê tê kirin ji teref lijneya wezîran ve hat tesqîdkirin û ji meclîsê re hat pêşkêşkirin. Dû re wiha hat gotin: “Vê lêkolîna ku bi hinceta têkoşîna dijî radîkalîzmê maf û azadiyên Misilmanan bi sînor dike, bû sedema berteka gelek rêxistinên mafên mirovan û ya Konseya Mafên Mirovan a NY. Pêşnûma ku bi zihniyeteke cudakarî hatî amadekirin,  fîşkirineke sîstematîk derdixe pêş û pê tê xwestin ku di her qadê de midaxele li li jiyana taybet a Mislimanan bê kirin.

Pêşnûme qanûnê ya ku pê tê armanckirin Îslam bê xistin bin kontrola dewletê û dîsa pê tê xwestin ku pêşî li hatina karbidestên olî yên ji derveyî welêt, perwerdehiya navmalîn, û fînansekirina karûbarên olî ji derve digire. Hetta bi pêşnûmayê tê xwestin ku li malê dayîna perwerdehîyê ji bo zarokan bêyî destûr neyê kirin.Divê NY û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan li dijî vê helwesta Fransa tevbigerin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.