HUDA PARê derbarê harekata Tirkîyê ya li Sûrîyê de daxuyanî belav kir

HUDA PARê derbarê harekata Tirkîyê ya li Sûrîyê de daxuyanî belav kir

HUDA PARê di daxuyanîya ku derheqê harekata Tirkîyê ya li Sûrîyê belav kir de destnîşan kir “Divê harekat qetîyen nebe sedema rewşên tevlîhev û pevçûnên nû.”

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê wê harekata ku ji teref Tirkîyê ve li bakûrê Sûrîyê tê lidarxistin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hat kişandin meseleyên mûhîm û hat destnîşankirin; divê bi nifûsa herêmê neyê lîstin û divê ew kesên sîwîl zirarê nebînin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin piştî daxuyanîya Amerîkayê ya ku tê de diyarkirin; ew ê di warê harekata ku dê bê kirin de ji Tirkîyê re nebin alîkar, Serokomar Erdogan destnîşan kir ku harekat dest pê kiriye.

“Ger bi sînorên heyî bê lîstin û nifûsa herêmê ji hêla qewmî ve bê guhartin ew ê li herêmê alozî û qeyrana ku dê lê dawî neyê dest pê bike”

HUDA PARê di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de balan kişand li ser xelkê sîwîl û derbarê mijarê de wisa got: “Ev bû 8 sal ku li Sûrîyê şer berdewam dike, berî niha komîsyonek ji bo makeqanûnê hatibû avakirin û bi vê yekê pêvajoyeke nû dest pê kiribû ku ev harekat li Sûrîyê hat destpêkirin. Ew harekata ku tê diyarkirin ji bo rakirina ji holê ya tevlîhevî û nearamîyê tê kirin divê qetîyen nebe sedema rewşên tevlîhev û pevçûnên nû ku ev yek pir muhîm e.  Ger bi sînorên heyî bê lîstin û nifûsa herêmê ji hêla qewmî ve bê guhartin ew ê li herêmê alozî û qeyrana ku dê lê dawî neyê dest pê bike. Berîya hemû tiştî divê bê nîşandan ku ev harekat ji bo guhartina sînoran nayê kirin û bes ji bo demekê û herêmekê tê kirin. Dîsa divê hemû kes dîqqet bike da ku xelk cardin nebe mexdûr û muhacir û zirarê nebîne.”

 “Ev mudaxeleya Tirkîyê ne şerekî  Tirk û Kurdan e”

Di berdema daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin PKKê ti carî ji bo Kurdan mucadele nekiriye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev mudaxeleya Tirkîyê ne şerekî Tirk û Kurdan e. PKK/YPG ti carî ji bo Kurdan mucadele nekiriye. PKKê heta niha li hember wan Kurdên ku weke wî nafikirin şer kiriye. PKK, wan Kurdên ku li herêmê teslîmî nebûn an kuşt an jî ji herêmê derxist. Ew PKKyê ku Kurdan ji herêmê derxist nehişt ku ew Kurd vegerin memleketên xwe. Îro 400 hezar Kurdên Sûrîyeyî koçî Tirkîyê û 300 hezar jî koçî Kurdistana Iraqê kirine. Divê hemû kes vê rastîyê li ber çavan bigire û haya xwe ji zimanê xwe bike.Divê fersend bê dayîn da ku ew xelkê ku ji herêmê koç kiriye vegere memleketê xwe û îdareya herêmê ji wê xelkê ku ji mêj ve li wê derê dijî re bê teslîmkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler