1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. HUDA PARê derbarê tayînkirina qayyûman de daxuyanî da
HUDA PARê derbarê tayînkirina qayyûman de daxuyanî da

HUDA PARê derbarê tayînkirina qayyûman de daxuyanî da

HUDA PARê derbarê qayyûmên ku ji teref Wezaretên Karên Hundir ve li Şaredarîyên Bajêrên Mezin ên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê hatin tayînkirin de daxuyanî da û destnîşan kir ‘Di şûna kesekî ku hatiye hilbijartin de tayînkirina kesekî ne ‘hiqûqî’ ye.”

A+A-

Ji teref Wezaretên Karên Hundir ve li Şaredarîyên Bajêrên Mezin ên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê hatin tayînkirin. HUDA Parê derbarê tayînkirina van qayyûman de daxuyanî da û mijarê nirxand.

“Di şûna kesekî/ê ku hatiye hilbijartin de ji teref wezaret û walîtîyê ve bo demekê tayînkirina kesekî din ne ‘hiqûqî’ ye”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin di bîran hat xistin ku walîyên bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê wek qayyûm li şaredarîyan hatine tayînkirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Dihat hêvîkirin ku wesayeta îdareya navendî ya li ser birêveberîyên mehellî bên rakirin, qet nebe jî bê kêmkirin. Lê belê di qanûna şaredarîyê ya bi reqema 5395an de di slaa 2016an de guhartinek hat kirin û wesayeta heyî bihêztir hat kirin.  Kesê ku hatiye hilbijartin nabe xwedî maf ku sûc bike; bi guhartina ku di sala 2016an de hat kirin, di şûna kesekî/ê ku hatiye hilbijartin de tayînkirina kesekî ya  ji teref wezaret û walîtîyê ve bo demekê  wek ‘qanûnî’ hat nîşandan; lê belê ev yek ne ‘hiqûqî’ ye. Bi sepanên ku li dijî hiqûqê ne lêgerîna çareserîyê ne tiştekî dirist e.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.