HUDA PARê ji ber asayîbûna bi rejîma îşxalê re ji Siûdî re bertekeke tund nîşan da

HUDA PARê ji ber asayîbûna bi rejîma îşxalê re ji Siûdî re bertekeke tund nîşan da

HUDA PARê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew asayîbûna Siûdî ya bi rejîma siyonîst û îşxalker re heta bi hevkarîyê çûye û dû re wiha hat gotin: “Ev gava ku tê avêtin ji doza Filistîn û Qudsê re îxaneteke mezin e.”

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de nirxandin hat kirin. Di nirxandina heftîya ya rojeva derve de derbarê mijarê mîna; birêvberîya Cebelîtarik, rageşîya tankêrê ya bi Îranê re, êrîşa ku li Lîbyayê  li navenda penaberan hat kirin û derbarê penaberên ku di Behra Spî de dixeniqin de nirxandin hat kirin.

“Ev yek him ji doza Filistînê re him jî ji ummeta Îslamê re îxanet e”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê asayîbûna Siûdî ya bi rejîma siyonîst û îşxalker de wisa hat gotin: “Ew asayîbûna Siûdî ya bi rejîma siyonîst û îşxalker re heta bi hevkarîyê çûye. Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha ji Prens Selman re gotibû ‘Li wê derê ji wê pê ve tu kesî me tune ye ku îsraîlê muhafeze bike.’ Ev yek destnîşan dike ku Qraltîya Erebistan Siûd di projeya asayîbûna bi rejîma îşxalê re pêşîvantîyê dike. Tê xwestin ku desteka siyasî û leşkerî ji bo berxwedana Filistînê bê qutkirin,  tê xwestin li ser axên Filistînê axên îşxalê bên berfirehkirin ku welatên Îslamê meşrûtîyetê didin qezenckirin van planan.  Ev yek him ji doza Filistînê re him jî ji ummeta Îslamê re îxanet e.”

Di berdewama daxuyanîyê de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Ev gava ku tê avêtin ji doza Quds û Filistînê re îxaneteke mezine.  Ji bo dawî li pêvajoya asayîbûnê bê anîn divê di serî de xelkê Erebistan Siûd û her wisa temamê Mislimanan di vî warî de gav bavêjin û tiştinan bikin. Hebûna rejîma îşxalê ya li herêmê  ji bo temamê welatên Îslamê tehdîd e. Divê ev tehdîd di demeke kurt de bê berterafkirin.”

Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.