HUDA PARê ji raporta sosret a Neteweyên Yekbûyî re bertek nîşan da
Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de ji raporta sosret a ku derbarê “pîrek û malbat”ê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatibû amadekirin re bertekeke tund hat nîşandan.
Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de nirxandin hat kirin. Di nirxandina rojeva derve de derbarê mijarên mîna, raporta sosret a ku derbarê “pîrek û malbat”ê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatibû amadekirin û pê sazîya malbatê tê hedefgirtin de, derbarê pêvajoya îxanetê ya ku bi Komxebata Bahreynê ya ku li Manamayê hat kirin dest pê kir de, derbarê civîna sêalî ya ku bi beşdarbûna Amerîka, Rûsya û siyonîstên terorîst li Qudsê hat tertîpkirin de, derbarê rageşîya li îdlîbê de û derbarê êrîşên ku li Îdlîba Sûrîyê li xalên çavnêrîyê yên Tirkîyê hatin kirin de nirxandin hatin kirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarên ku hatin birêzkirin de wisa nirxandin hat kirin:
Komxebata Bahreynê ya ku li Manamayê hat kirin
Bi vê komxebata ku hat tertîpkirin pêvajoya îxanetê bi şikleke fermî dest pê kir. Filistînî vê komxebatê protesto kirin û beşdarî vê komxebatê nebûn. Lê belê raya giştî ya Mislimanan bertekeke di cî de nîşanî vê komxebatê nedan.
Civîna sêalî ya ku li Qudsê hat kirin,
Civîna sêalî ya ewlehîyê bi beşdarbûna Amerîka, Rûsya û siyonîstên terorîst li Qudsê hat tertîpkirin. Di civînê de hebûna Îranê ya li Sûrîyê û her wisa qeyrana li Sûrîyê hat bidestxistin. Ev civîn li di şûna ku li Tel Avîvê bê terîtpkirin de li Qudsê hat tertîpkirin ku bi vê yekê hat xwestin peyamek bê temamê dinyayê.Rûsyayê ku muteffîkê stratejîk a Îranê ye di civîna ku hat kirin de destnîşan kir “Em ehemîyetê didin ewlehîya îsraîl a li herêmê” ku divê temamê welatên derdorê ji vê yekê ders bigirin. Divê êdî ji bo çareserîya problemên herêmî li derîyê Amerîka û Rûsyayê neyê lêdan û welatên li herêmê pêwîst e probleman di nav xwe de çareser bikin.
Rageşîya li Îdlîbê
Bi êrîşên ku herî dawî hatin kirin tê fêmkirin ku “Mutabaqata Îdlîbê” di bin tehdîdê de ye. Lewra çendîn caran êrîş li Îdlîbê li wê Herêma Kêmkirina Rageşîyê li xalên çavnêrîyê yên Tirkîyê hatin kirin. Derbarê mijarê de hat diyarkirin êrîş bi qestî hatine kirin, encax bi navbeykarîya Rûsyayê agirbest hatiye îlankirin. Bi van êrîşên ku tên kirin tê xwestin ku Tirkîye di polîtîkaya xwe ya li Îdlîbê de bi ser nekeve.
Raporta sosret a ku derbarê “pîrek û malbat”ê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatibû amadekirin
Di raporta salane ya ku ji teref Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin de hat diyarkirin ‘Cihên herî bi tehlûke ji bo jinan mal in.’ Bi heman awayî di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin, ew munasebetên meşrû yên di navbera jin û mêran de sûcê tecawûzê ya nav zewacê ye ku bi van tiştan rasterast sazîya malbatê tê hedefgirtin.
Ji bo temamê metna nirxandinê ji kerema xwe re bitikenin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.