HUDA PARêAK Partî û Partîya Saadetê ziyaret kir

HUDA PARêAK Partî û Partîya Saadetê ziyaret kir

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û lijneya pê re pêkve çûn navendên giştî yên Partîya Saadetê û AK Partîyê û îda wan a Remezanê pîroz kirin.

Ji ber minasebeta Îda Remezanê di navbera partîyên sîyasî de ziyaretên îdê berdewam dikin. Di vê bergehê de Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û lijneya pê re pêkve çûn navendên giştî yên Partîya Saadetê û AK Partîyê û îda wan a Remezanê pîroz kirin.

Ziyareta  ewil li Navenda Giştî ya AK Partîyê hat kirin. Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û lijneya pê re nji teref Alîkarê Seroka Giştî ya Ak Partîyê  Julîde Sarieroglu ve hatin pêşîwazîkirin.

Sarieroglu ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û îda Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û lijneya pê re pîroz kir.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr jî îda  AK Partîyê pîroz kir û di ziyareta ku hat kirin de derbarê meseleyên muhîm ên ku di rojeva welêt de ne nirxandinên balkêş kir.

Piştî ziyareta ku li AK Partîyê hat kirin Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û lijneya pê re çûn serdana Partîya Saadetê. Lijne ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Mesut Dogan û lijneya partîyê ve hat pêşîwazîkirin.

Di ziyareta ku hat kirin de partîyan îda hev pîroz kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.