“Hûn ê li hember Îslamê bi sernekevin”

“Hûn ê li hember Îslamê bi sernekevin”

HUDA PARa ku ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bertek nîşan da û ew şermezar kir, li ber Camîya Mezin a Diyarbekirê daxuyanîyek çapemenîyê da.

Di  daxuyanîya çapemenîya ku hat dayîn de, Macrona ku êrîşî Îslamê dike hat şermezarkirin û hat destnîşankirin; ev dijmintîya Fransayê ya li hember Îslamê ji mêj ve heye.

Midûrtîya Ewlehîya Bajara Diyarbekirê destûr neda ku di daxuyanîya çapemenîyê de cîhazên deng bên sazkirin. Metna daxuyanîya çapemenîyê ji teref Endamê GÎKê yê HUDA PARê Faruk Dînç ve hat xwendin.

“Macronê ku cahîl, tebîatzarok û kaprîsdar e, kîn û nefreta xwe ya li hember Îslamê êdî bi şikleke eşkere dike û vî şerê xwe ya li hember Îslamê eşkere dike”

Dînç di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir; Fransa ji dijmintîya ku ji Îslamê re tê kirin re pêşîvantîyê dike û dû re wiha got: “Dema ku mijar Misliman û Îslam be Fransa dev ji wan şîarên xwe yên azadîyê berdide û Mislimanên ku welatîyên wî bi xwe ne jî ji mafên wan mahrûm dihêle.Serokomarê Fransayê Macronê ku cahîl, tebîatzarok û kaprîsdar e, kîn û nefreta xwe ya li hember Îslamê êdî bi şikleke eşkere dike û vî şerê xwe ya li hember Îslamê eşkere dike.”

“Li her derî êrîş li Mislimanan hat kirin”

Dînç di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, helwesta Fransa dide Charlîe Hebdoyan û dû re balan kişand li ser zilm, qetlîam û wehşeta ku di dîrokê de ji teref Fransayê ve hatine kirin û destnîşan kir: “Piştî ku di salan 2015an de ‘Qanûna Micadeleya Bi Cûdahîyê re’ hat derxistin re li her derî şiddet li Mislimanan tê kirin. Di vê bergehê de 152 cafe, 15 mizgeft, 12 navendên çandê, 4 mekteb hatin girtin. Bi dehan kes hatin binçavkirin û dersînorkirin.Li her derî êrîş li Mislimanan hat kirin.”

“Ewrûpa û Fransa dê vê herba ku li hember Îslamê vekirine qezenc nekin”

Dînç di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir Macron dixwaze bi navê “Mislimantîya ku ji teref Fransayê ve hatiye derxistin holê” dixwaze pêk bîne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji ber ku li Fransayê di dezgehan de tiştên helal tên firotin hazm nake. Dîsa heman wezîr dibêje ew ê karîkaturên rezîl ên Charlîe Hebdo dibe ku li mekteban ji xwendekaran re bên belavkirin û di kitêban de bên weşandin.Ev tiştên ku tên kirin bi şiklekek eşkere şereke ku li hember Mislimanan û Îslamê hatiye vekirin. Li Ewrûpayê hinek êrîşên bi şaîbe tên kirin û Misliman wek failên van êrîşan tên nîşandan ku bi vê yekê dixwazin Mislimanan ji Rojavayê derînin. Ewrûpa û Fransa dê vê herba ku li hember Îslamê vekirine qezenc nekin. Ew kesên ku li hember Îslama ezîz şer dikin çawa ku di mazîyê de bi ser neketibin ew ê îro jî bi ser nekevin. Ew welatên Îslamê yên ku xwedî îzzet û îradê ne divê li dijî dijminîya Îslamê ya ku ji teref Fransayê ve tê kirin tiştinan bikin û ji bo maf û heqê temamê Mislimanên li cîhanê bên muhafezekirin sazîyek bê sazkirin.Em wan kesên ku êrîşî Îslamê dikim û nexasim jî Fransaya ku ji vê yekê re pêşîvantîyê dike telî’în dikin. Ew ê Îslam li Ewrûpayê hakim bibe. Rojekî dê mutleqe ew ê ev yek çêbibe.”(ÎLKHA)
 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.