Îbrahîm Kalin: Di rojeva me de ên ku ji ber temena xwe nikarin teqawîd bibin û efû tune ye
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir mijarên mîna ên ku ji ber temena xwe nikarin teqawîd bibin û efû nehatiye civîna kabînê.
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê piştî civîna kabînê ya serokomartîyê daxuyanî da.
Di civî na çapemenîyê de ji Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê derheqê efû û ên ku ji ber temena xwe nikarin teqawîd bibin de pirs hatin kirin.
Kalin pirsên ku jê hatin kirin wisa bersivand: “Meseleya efûyê nehat rojevê. Wezîrê me yê edaletê îro pêşkêşîyek kir û ev mesele di nav de tune bû. Ev mesele li TBMMê dikare bê nirxandin. Bi heman awayî ew meseleya ên ku ji ber temena xwe nikarin teqawîd bibin jî nehat rojevê.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.