Îbrahîm Kalin: Trump bi şikleke eşkere Tirkîyê hedef digire
Berdevkê Serokomarîyê Îbrahîm Kalin derbarê gotinên John Boltonê Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî yê Donald Trumpê Serokê Amerîka de daxuyanîyek belav kir û diyar kir: “Trump bi şikleke eşkere Tirkîyê hedef digire.”
John Boltonê Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî yê Donald Trumpê Serokê Amerîka di daxuyanîya ku belav kiribû de diyar kiribû, ger Keşe Andrew Craîg Brunson bê serbestberdan dê qeyrana di navbera Enqere û Washîngtonê bi dawî bibe.
Berdevkê Serokomarîyê Îbrahîm Kalin derbarê van gotinan de daxuyanîye belav kir û diyar kir: “ Daxuyanîyên ku tên dayîn delîl in ku birêveberîya Trump mutefîkeke xwe ya NATOyê dixe hedefa şerê îqtîsadê.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.