Îda Qurbanê û şehîdên ku di Îda Qurbanê de canê xwe ji Xwedê re kirin Qurban-2

Îda Qurbanê û şehîdên ku di Îda Qurbanê de canê xwe ji Xwedê re kirin Qurban-2

Yasîn Börü û hevalên wî berî vê 5 salan di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin ku di salvegera 5emîn a şehadeta wan de ew tiştên ku qewimî bûn cardin xwe anîn bîran.

Wehşeta ku di Eyda Qurbana sala 2014an de li Diyarbekir û heremê pêk hatin di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Ji aliyekî sepanên derê însanî yên îqtîdara ceberut û ji aliyê din jî zext û zilmên ku ji teref PKKyê ku ji sala hatiye damizrandin vir ve tên kirin di 6-8ê Cotmehê sala 2014an de şikil guhart û rewşeke cuda û nû derket holê.

 PKK/HDPyiyên ku bi banga Navenda Giştî ya HDPê û bi banga Serokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bi her derî bikin Kobanê xwe berdabûn kolanan li hember xelkê Misliman a Kurd teşebûsî qirkirin û tunekirineke mezin kirin. Xortên ku di destên wan de goştên qurbanan hebûn û hewil didan ji kesên feqîr re alîkariyê belav bikin hatin lînçkirin, însanên birih, pîrekên bi tesettûr hatin hedefgirtin, camî û qursên Qur’anê hatin şewitandin. Di wan bûyerên ku hatin qewimîn de herî zêde navenda ku balan kişand li ser xwe Diyarbekir bû.

Li Diyarbekirê Yasîn Börü, Huseyin Dakak, Hasan Gökgüz, Riyad Güneş, Turan Yavaş û Cumalî Güneş bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin. Li bajarên din ên heremê di serî de HUDA PAR û bi giştî sazî û kesên ku xwediyên nasnameya Îslamî bûn hatin hedefgirtin. Pêvajoya 6-8ê Cotmehê dirêj bû û di nava vê pêvajoyê de li Çewligê Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakî di êrîşa çekdarî de hatin şehîdkirin. Li Wanê kesê bi navê Latîf Şener û li Qoserê kesê Sûrî Abdullah Muhammed Latîf û hevlingê wî Fehad Îbrahîm Eldurewîc ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin.

 “Li ber serê cenazeya Yasîn Börü govendê digirtin”

H.B. yê ku ji bûyeran re bûbû şahidê wan êrîşên hovane û wehşiyane destnîşan kir ew kesên ku ji însanetiyê derketibûn û bûbûn hov  li derdora cinazeya Yasîn Börü agir pê xistibûn govendê digirtin. H.B. dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di derdora seat 19.20an de me helalî ji hev xwest  bi transîtekê ji Köy-Derê derket. Di transîtê de em tev de 5 kes bûn.  Ez gelekî baş wê kûçeyê dizanibûm. Ez derkettim Kolana Cengizan. Ji bo dîqetê nekşînim li ser xwe ez hêdî hêdî diçûm. Me dît ku li qada biçûk kesên PKKyî kom bûne û agir pêxistine. Em ê ketibana wê kûçeya ku cenazeya şehîdan lê bûn ku yekî ji erebê ji me re îşaret kir li wê derê ne. Dema ku em pêşve diçûn em hatin serê kûçeya ku şehîdan avêtibûn jêrê û me li kolanê nihêrt.”

Me dît ku birayê Şehîd Riyad hatiye wê derê da ku rahijê  cenazeya kekê xwe. Me jî gor em rajin cenazeya Şehîd Yasînê ku ji teref çeteyên YDG-H ve hatibû qetilkirin û kaşkirin. Çeteyê 15-20 kesane li ser serê cenazê gonved girtibûn . Di destêkê de em bi hêdîka ji ber wan derbas bûn. PKKyiyan zen kirin ku em jî ji wan in. Ji bo ku em zanibin ka tu kes li derdorê heye an tuneye em pêşve çûn. Dema ku em vegeriyan me plana xwe kir. Plana me ew bû ku em çeteyan bidin şaşkirin û rahijin cenazeyên şehîdan û ji wê derê dûr kevin.Lê belê kesên  ji ber ku kesên PKKyî guleyan berdidan û ji ber ku cenazeya Yasîn bi erdê ve zeliqîbû em bîskek lêbikîn. Gelek berikên PKKyiyan îsabetî wesayîta me kirin. Hinek kesên derdorê yên ku dîtin PKKyî êrîşî me dikin û ji ber wê wehşeta ku kirine guleyan berdan hewayê ku ev yek bû wesîle PKKyî nêzîkî me nebin. Dîsa hinek kesên ku me wan nas nedikir me dît ku li ser çeteyên YDG-Hyan de gule berdidan. Ji ber vê yekê çete reviyan. Piştî ku me cenazeya şehîd bi zorê hilgirt wesayîtê em ji wir dûr ketin.Lê belê dema ku em diçûn Köy-Derê dîsa ji serê kûçayan berikan berdidan me.”

 “Ji ber ku bedena şewitî ya Yasîn bi erdê ve zeliqî bû, min tenê  dikaribû milên wî rabikim”

V.B. yê dildar ê ku digel H.B. çûbû da ku rahijin cenazeya Şehîd Yasîn derbarê wê rojê de wisa got: “Ez ji transîtê pêya bûm. Min hewil da rajime Yasîn, lê belê ji ber ku bedena şewitî ya Yasîn bi erdê ve zeliqî bû, bes ez karibûm milên wî rabikim. Dema ku PKKyiyan dest bi berdana berikan kirin saçmaninan li min ketin, ez birîndar bûm. Dema ku hewalan gazî min kirin ez vegeriyam transîtê.”

C.Y. ku ji wan dildarên ku çûbûn rahijin cenazeya şehîdan bû û kesên digel wî piştî ku hevalên wan birîndar dibin re hewil didin cenazeya Yasîn bînin wesayîtê.

C.Y. jî wan tiştên ku ew bi xwe ji wan re bûbû şahid jî wiha tînê ziman: “ Em ji transîyê pêya bûn, min wê bataniyeya şewitî rakir. Min dît ku şehîd nayê naskirin. Şehîd bi betaniya ku şewitî ve li erdê ve bûbû û bi zorê min bedena wî ji erdê rakirin, lê belê serê wî nedihat rakirin, lewra eciqandîbû. Dû re ez hîn bûm ku ew şehîd Yasîn e. Dû re ez hîn bûm ku bi wesayîtê ji ser serê wî derbas bûne. Dû re min got Bismillah û heta ku qeweta min hebû min şehîd Yasîn ji erdê rakirin, di wê demê de hovên PKKyî cardin êrîşî me kirin. Lê em bi qerar bûn ku em wî bibin.  Hevalên  min ji min xwestin ku ez bilezînim, bi alîkariya Xweda me şehîd gihand erebê.  Dû re me dît Kurdên ku ji wê wehşeta PKKê nerazîbûn di ser PKKyiyan de guleyan direşînin. Em ê digel hevalên xwe rahiştibana şehîdên din, lê belê PKKyiyan di ser me de gule berdidan. Ji ber vê yekê em muqaffeq nebûn ku rahijin cenazeya şehîdan. Erebeya me bû hedefa berikan, lê hemd ji Xwedê re ku berik îsabetî me nekirin. Ev yek inayeta Xwedê bû.”

Hasan Güneşê ku birayê Riyad e jî derheqê wê pêvajoya de wisa axivî: “ Min bi israr li birayê xwe geriya, di taliyê de yekî telefonê vekir.  Li vê derê kesên birîndar hene û dibe ku telefon yên wan be. Ji min re got dixwaze were lê binêre ka yek ji van kekê te ye yan na? Min jî digel hevalên xwe çûm wê derê. Min telefonê ji wî zilamî girt, zilam digriya. Em çûn cihê ku şehîdan jê avêtin xwarê. Kekê min ê ku serê şeveqê bo goştên qurbanan belav bikde derketibû derve ji teref hovên PKKyiyan ve bi wehşiyane hatibû qetilkirin. Dema ku min wî dît min xwe winda kir. Min bi alîkariya hevalên xwe rahişte cenazeya kekê xwe. Di wê demê de çeteyên PKK/HDPyî di ser me de gule reşandin. Berik ji ser serê me derbas dibûn. Ji ber vê yekê em nikaribûn rahijin şehîdên din.”

Saziyên Civakên Siwîl ên Îslamî di hedefa êrîşan de bûn

Ew êrîşên ku ji teref PKK/HDPyiyan ve li Köy-Der û Camî-Derê hatibûn kirin jî ji teref şahidan ve qala wan dihat kirin û di raya giştî de derketibû.

Wê bê bîranîn di serîde Selahaddîn Demîrtaş ji bo xwe berdin kuçe û kolanan bang alîgirên xwe kiribû. Piştî wî seroka DBPê ya Diyarbekirê Zubeyde Zumrutê saziyên sivîl yên îslamî bi bahana IŞÎDê wek hedef dabû nîşan da û êrîşan dest pêkirin. Pîştî Zumrut saziyên sivîl yên îslamî hedef da nîşandan PKK/HDPyiyan gelek saziyên îslamî yên mîna Köy-Der û Camî Derê li rasta êrîşan hatin. Di êrîşê de endamê Köy-Derê Tûran Yavaş hat şehîdkirin û bi dehan endam û dildayên komeleyê birîndar bûn. Camî-Dera ku li navenda Sûrê ye jî ji teref hovan ve avahîya wê ya dîrokî bi tevî Qûr’anan hatibû şewitandin. Endam û dildayên Camî-Derê jî hema mabûn di komeleyê de bihata şewitandin.  

Ji şahidên êrîşa Köy-Derê S.T wisa got: “Roja bûyerê grûbek wek 100/150 PKK/HDPyî li der dora komeleya Camî-Derê kom bûn, lê belê min îxtîmal neda ku êrîşî komeleyê bikin. Demek derbas bû min nêrî qemerayên ewlehîyê yên derdorê dişkînin. Di wî wextî de wek 13-15 endamên komeleyên ji bo koordînasyona goştê qurbanan rast amade dikirin û di hundur de bûn û yên din jî li feqîra goşt belav dikirin. Min dît li ber deryê komeleyê di navbera PKKîyan û dildayên komeleyê niqaşek biçûk derket, paşê PKKyî ji wir çûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler