ÎLKHA çû serdana Karabayirê Miftîyê Diyarbekirê

ÎLKHA çû serdana Karabayirê Miftîyê Diyarbekirê

Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Îlkê Mahmut Îrtem û lijneya pê re pêkve çûn serdana miftîyê nû yê ku bo miftîtîya Diyarbekirê hatiye tayînkirin.

Ji miftîtîya Diyarbekirê re Yavuz Selîm Karabayir hat tayînkirin. Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Îlkê Mahmut Îrtem û lijneya pê re pêkve çûn serdana miftîyê nû yê ku bo miftîtîya Diyarbekirê hatiye tayînkirin. Birêveberê Giştî ya Weşanê Fîkret Ozkan û Midûrê Herêma Diyarbekirê Mistefa Kaynak  di nav lijneya ziyaretê de cî girtin.

Îrtem di serdanê de ji Miftî Yavuz Selîm Karabayir ew xêrhatinê dayê û di wezîfeya nû de jê re serkeftinê xwest.

Miftî Karabayir  ji ber ziyareta ku hat kirin ji lijneyê re kêfxweşîyên xwe anî zimên û ji kesên di lijneyê de teşekur kir.

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.