Îngîltere dê berî 6 mehan ji tesîra Coronavîrus’ê xelas bibe
Alîkarê Serokê Îdareya Tenduristîyê ya Kamûya Îngîlterê Jenny Harrîes destnîşan kir ger sepanên ku niha ji bo Coronavîrusê hatine standin ji nişka ve bên rakirin dê ev yek bibe sedema xeterê.
Harrîes di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, Îngîltere dê berî 6 mehan ji tesîra Coronavîrus’ê xelas bibe.
Mîchael Goveyê ji wezîrên paye bilind ê Îngîlterê jî destnîşan kir divê Îngîlîz ji bo qedexeyên derketine derve hinekî din amade bin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Biya min divê hemû kes ji bo van tevdîrên ku hatine standin hinekî din amade bin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.