Îran: Amerîka û cepheya siyonîst dê tehma têkçûnê binêrin
Wezîrê Parastinê yê ÎranêEmîr Xatemî destnîşan kir “Amerîka û cepheya siyonîst dê tehma têkçûnê binêrin.”
Emîr Xatemîyê Wezîrê Parastinê yê Îranê derbarê rageşîya di navbera Îran û Amerîkayê de nirxand. Xatemî di nirxandina ku kir de destnîşan kir komployên Amerîka her tim vala derketine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Amerîka û cepheya siyonîst vêcar dê tehma têkçûnê binêrin.”
Xatemî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser gefxwarinên leşkerî yên Amerîka û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amadehîyên leşkerî û parastinê yên Îranê têra temamê tehdîd û gefxwarinan dike. Ji ber ku planên Amerîka yên kirêt ên li herêmê biser neketin vêcarî ji hêla îqtîsadê ve êrîşî xelkê me dike. Amerîka û cepheya siyonîst dê tehma têkçûnê binêrin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.