Îran çavkanîya êrîşa kuhat kirin Amerîkayê nîşan da
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîfçavkanîya êrîşa kudoh li Îranê hat kirin Amerîkayê nîşan da.
Doh li Sistan û Belûcistana Îranê di dema derbasbûna otobusa ku leşkeran vediguhast de êrîşeke bombeyî hatibû lidarxistin û di êrîşê de 27 leşker jiyana xwe ji dest dabûn û 13 leşker jî birîndar bûbûn.
Derbarê vê êrîşa ku hat kirin de ji teref Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf daxuyanîyek hat dayîn. Zarîf di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Di roja ku tê de ‘sîrka Varşovayê’ ya ku ji bo dijberîya Îranê ji teref Amerîka ve dihat tertîpkirin de êrîşek li Îranê hat tertîpkirin ku ma ev yek tesaduf e? Nexasim piştgirîvanên heman terorîstan di wextê êrîşê de li kolanên Varşovayê pîrozbahî dikirin û ji ser twîtterê ji ser hisabên sexte destek didan pîrozbahîyan. Wisa xuya dike Amerîka her tim heman xeletîyê dike; encax bendewar e ku encamên cuda bigire.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî jî derbarê êrîşa kir hat kirin de destnîşan kir “ Em ê tola şehîdên xwe bistînin.”
ÎLKHA
Is it no coincidence that Iran is hit by terror on the very day that #WarsawCircus begins? Especially when cohorts of same terrorists cheer it from Warsaw streets & support it with twitter bots? US seems to always make the same wrong choices, but expect different results.
— Javad Zarif (@JZarif) 13 Şubat 2019
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.