Îran: Em ê peymana nukleer gotûbêj nekin

Îran: Em ê peymana nukleer gotûbêj nekin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir ew ê ji nû ve peymana nukleer gotûbêj nekin.

Ji teref Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf ve hat destnîşankirin ew ê wê peymana nukleer a ku di sala 2015an de hatibû îmzekirin ji nû ve gotûbêj nekin û dê guherandina hinek xalan qetîyen qebûl nekin.

Zarîf di berdewama axavtina xwe de diyar kir peymana nukleerê di sala 2015an de di navbera Îranê û 5 welatên daîmî yên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye îmzekirin û dû re wiha got: “ Wê demê Amerîka bi rakirina mueyyîdan û hêsankirina ticareta bi Îranê  hatibû wezîfedarkirin. Ji teref temamê endamên Neteweyên Yekbûyî ve hat tesdîqkirin ku divê temamê terefan li gor xalên peymanê tevbigerin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.