Îsal di şewatên daristanê de 5 hezar û 469 hektar herêm zirar dîtin

Îsal di şewatên daristanê de 5 hezar û 469 hektar herêm zirar dîtin

Wezareta Daristan û Çandinîyê destnîşan kir, di şewatên daristanê yên ku îsal derketin de 5 hezar û 469 hektar herêm zirar dîtin.

Mucadeleya şewatên daristanê yên Midûrtîya Giştî yê Daristanê û Wezareta Daristan û Çandinîyê berdewam dike. Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Daristan û Çandinîyê ve hatine belavkirin di şewatên daristanê yên ku îsal derketin de 5 hezar û 469 hektar herêm zirar dîtin.

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref Wezareta Daristan û Çandinîyê ve hat belavkirin de hat diyarkirin şewatên daristanê herî zêde li herêma Îzmîrê derketin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.