Îshak Saglam: “Wek ‘tehdîd’ dîtina destkeftîyên Kurdan berhema zîhnîyeteke nexweş e”

Îshak Saglam: “Wek ‘tehdîd’ dîtina destkeftîyên Kurdan berhema zîhnîyeteke nexweş e”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îsgak Saglam derheqê rojeva hundir de daxuyanî da û derheqê ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê ya ku li Tirkîyê kir de nirxandinên balkêş kir.

Saglam di daxuyanîya hefteyî ya ku belav kir de derheqê mijarên mîna temamnekirina GAPê, ziyareta ku ji teref Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li Tirkîyê hat kirin, Peymana Stenbolê û derheqê perwerdehîya ji dûr ve nirxandinên balkêş kir.

“Heger pêwendîya di navbera Hewlêr û Enqerê de bi hêz bibin ew ê ev yek bibe wesîle ku meseleya Kurd bê çareserkirin, li herêmê aştî hakim bibe û Tirkîye bi hêztir bibe.”

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ziyareta ku ji teref Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê ve li Tirkîyê hatiye kirin ji bo aştîyê girîng e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 4ê Îlonê de hat serdana Tirkîyê û bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û bi Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kir. Biya me ziyareta ku ji teref Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê ve li Tirkîyê hatiye kirin ji bo aştîyê û ji bo pêwendîya di navbera her du welatan de girîng e. Kurd û Tirk bi sedsalan pêkve li ser vê erdnigarîyê jiyane ku divê bi hev re hevkarîyê bikin û pêkve hereket bikin. Ji bilî vê yekê tu vebijêrk li ber wan tune ye. Ji ber vê yekê divê ew pêwendîyên di navbera her du welatan de ne konjonkturel bin; berawajî divê ew pêwendî li ser biratî û edaletê bê înşakirin; lewra ev her du gel bi sedselan pêkve dijîn. Ev ziyareta ku hat kirin ji teref komekî ve li ser Ala Kurdistanê hatiye nîqaşkirin û hatiye lînçkirin. Him Herêma Kurd a Federe û him jî Ala Kurdistanê ji teref Makeqanûna Iraqê ve tê nasîn. Ew kesên ku li hember Ala Kurdistanê bêhûrmetî û bêedebîyê dikin di rastîyê de li hember ala welatê xwe jî bêhûrmetîyê dikin. Dema ku rayedarên herêma kurdistanê di asta herî jor de tirkîyê ziyaret kirin  ew rayedar li gorî miameleya dîplomatîk hatin ezimandin ku hinek kes ji vê ezimandina li gorî miameleya dîplomatîk re dijberîyê kirin. Ev dijberîya ku tê kirin xeletîyeke mezin e. Li ser dijberîya kurdan, hinek kes destkeftîyên kurdan, wek “tehîd” dibînin ku ev yek berhema zîhnîyeteke nexweş e.heta ku ev zihnîyet neguharî ne mimkûn e ku edalet bê îqamekirin û ewlehî jî bê tesîskirin. Heger pêwendîya di navbera hewlêr û enqerê de bi hêz bibin ew ê ev yek bibe wesîle ku meseleya kurd bê çareserkirin, li herêmê aştî hakim bibe û tirkîye bi hêztir bibe.”

“Li gorî tespîtên kontrolkerên sayiştayê digel ku budçeya ku hatiye veqetandin  bi temametî hatibe xerckirin jî 208 projeyên ku divê xelas bûbûn qet nehatine çêkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser temamnekina projeya GAPê ya ku ev bû 40 sal hêj nehatiye temamkirin û diyar kir: “40 sal derbas bûn û hêj GAP neqedîyaye. Digel ku 40 sal derbas bûbin jî hêj ji sedî 40-45ê projeyê hatiye xelaskirin. Di sala 2016an de wezîrê heyamê  destnîşan kir ku ew ê GAP di sala 2019an de bê temamkirin. Ji bo projeyên ku divê di navbera 2014-2018an de bên temamkirin 51,7 milyar TL budçe hat veqetandin; lê belê hêj proje nehat temamkirin. Li gorî tespîtên kontrolkerên sayiştayê digel ku budçeya ku hatiye veqetandin bi temametî hatibe xerckirin jî 208 projeyên ku divê xelas bûbûn qet nehatine çêkirin.”

“Dibe ku îradeyeke ku naxwaze ev welat pêşve biçe pêşîya GAPê digire û nexwaze GAP bê temamkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de ji bo GAPê bang li temamê partîyên di meclîsê de kir û destnîşan kir: “Ger GAP hatibana temamkirin; ew ê 3 milyon û 800 hezar kes hatibana îstîhdamkirin û ew ê 1,8 milyar hektar erd hatibana av dan, ew ê welat karibana enerjîya xwe tedarik bike.Yanî ew ê ekserîyeta problemên îqtîsadî çareser bûbana, ferqa pêşveçûnê ya di navbera herêman de dê ji holê rabûba, ew ê her sal bi deh hezaran karkerên demsalî neçûba wan herêmên bi sedan kîlometre ji memleketên wan dûr û li ber hinek derîyên din li pey nanê xwe negerîyabana.Ji bo xelaskirina GAPê budçeyek hatibû veqatandin da ku bê temamkirin û bi vê temamkirinê dê 3 milyon û 800 hezar kes hatibana îstîhdamkirin. Gelo ev budçe û çavkanîya ku ji bo temamkirina gapê hatibû veqetandin ji kîjan karê ji GAPê muhîmtir re hat xerckirin? Dibe ku îradeyeke ku naxwaze ev welat pêşve biçe pêşîya vê GAPê digire û nexwaze GAP bê temamkirin. Em di warî de bang li temamê partîyên ku komên wan di meclîsê de heye dikin da ku di vî warî gavinan bavêjin. Divê komsîyoneke lêkolînê ya meclîsê bê sazkirin û ew zihnîyeta ku ji vê yekê re dibe mani’ bê eşkerekirin.”

“Divê temamê Peymana Stenbolê bê nirxandin û divê qanûna bi hejmara 6284 di bergeha nirxên millet bê sererastkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser zirarên ku Peymana Stenbolê dide civakê û got: “Ji roja ku Peymana Stenbolê hatiye sepandin vir ve her sal cinayetên pîrekan û şiddeta di nava malbatê de zêde dibe ev her du bi hevre tên zikirkirin. Di nav civakê de ji peymanê re û ji qanûna bi hejmara 6284 re bertek û nerazîbûn hat nîşandan ku di encama vê yekê de divîyabû îmzeya ji bo peymanê hatiye avêtin bê kişandin û peyman bê betalkirin; lê belê hikûmet ji dêla vê ve bi daxuyanîyên ku belav kir destnîşan kir ku ew ê daxuyanîyeke biçûk lê bê zêdekirin.Di pey derîyên girtî de hevdîtin tên kirin û di van hevdîtinan de li gor menfeata civakê hereket nayê kirin û tiştên ku Konseya Ewrûpa pê razî ye tên xeberdan ku ev yek ne li gorî hêvîyên gel e. Ew ê bi guhartina ku dê bê kirin dê tenê bi maddeya 4emîn a ‘meyle zayendî’ bê sînordakirin ku ji vê yekê jî tê famkirin ku ew ê qanûna 6284 neyê guhartin. Ev yek jî nîşan dide ku ew ê cinayetên pîrekan û bûyerên şiddetê yên ku divê pêşîya wan bê girtin her sal zêdetir bibin. Divê temamê Peymana Stenbolê bê nirxandin û divê qanûna bi hejmara 6284 di bergeha nirxên millet bê sererastkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.