Îttîhadul Ulema "4emîn Hevdîtina Aliman" tertîp kir

Îttîhadul Ulema "4emîn Hevdîtina Aliman" tertîp kir

Ji teref Yekîtîya Medrese û Aliman ve li Diyarbekirê di 19-20 Cotmehê de "4emîn Hevdîtina Aliman" hat tertîpkirin.

Yekîtîya Medrese û Aliman dawîya vê heftîyê li Diyarbekirê bi beşdarbûna gelek aliman  "4emîn Hevdîtina Aliman"  tertîp kir. Civîna ku hat tertîpkirin 2 rojan berdewam kir û wek 4 niştinan hat tertîpkirin.

Ji  Kurdistana Iraq, Tirkîye, Sûrîye û Îranê  gelek alim beşdarî civînê bûn. Di civîna ku 2 rojan wek 4 niştinan berdewam kir de gelek kes derheqê meseleyên rojane û problemên ummeta Îslamê de axavtinan kirin û ji bo çareserîya probleman çareserîyan anîn zimên.

Bernameya ku di 19ê Cotmehê de bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir di 20ê Cotmehê de bi encamnameya ku bi Kurmancî, Soranî, Erebî û Tirkî hat xwendin bi dawî bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler